şandek ji Encumena Efrînê seredana ofîsa Peywendiyên Nişitîmanî ya PDK-S kir

şandek ji Encumena Efrînê seredana ofîsa Peywendiyên Nişitîmanî ya PDK-S kir

Oct 26 2018

Duh Pênşemê 25.10.2018an, şandek ji Encumena Efrînê ya Sivîl li Derve seredana ofîsa Peywendiyên Nişitîmanî ya Partiya Dîmuqrata Kurdistan-Sûriyayê kir.

şand ji aliyê her yek ji endamê Polîtibîroya Partiya Dîmuqrata Kurdistan-Sûriya û Serokê ofîsa Peywendiyên Derve ya Encumena Nişitîmanî ya Kurdî li Sûriyê, Kamîran Haco, û endamê Komîta Navendî û berpirsê ofîsa Peywendiyên Nişitîmanî ya Partiya Dîmuqrata Kurdistan-Sûriyayê, Se'îd Omer ve hat pêşwazîkirin.

Di civînê de, beḧsa rewşa niha ya navçeya Efrînê û pêşeroja wê, pêşhate û rêkeftinên derbarê çareserkirina krîza Sûriyê, û çarenivîsa Efrîn û navçeyên Kurdistan-Sûriya di çarçoveya wan rêkeftinan de hat kirin, herweha herdu aliyan nerînên xwe derbarê Efrînê derbirandin.

şand ji serokê Encumena Efrînê ya Sivîl li Derve Ibrahîm Koriş, Cîgrê serokê encumenê Ferîd Reşîd û endamê Encumena Rêvebr Riyad Eḧmed pêk dihat.

574