Efrîn .. Fêrkirina zimanê kurdî neketiya warê cîbicîkirinê de .
Oct 24 2018
ARK NEWS .. Li dibistanên Efrînê hîn biryara fêrkirina zimanê kurdî neketiya warê cîbicîkirnê de û li hin dibistanan pabendî bi biryara 4 demijmêr di heftiyê de nehatiye kirin .
Mamosteyekî kurd nexwest navê wî were eşkerekirin ji ARKê re ragihand ku li hin dibistanên Efrînê fêrkirina zimanê kurdî ji 4 demijmêran daketiye 2 demijmêran û ew yek bûye cihê nerazîbûna mamosteyên kurdî .
Wî mamosteyî bal kişand ser wê yekê ku aliyên berpirs yên Ereb û Turkan hewil didn bi çi şêweyî be hijmara mamosteyan li dibistanan kêm bikin da ku derfeta kar li pêş mamosteyan nemîne .
Ş . E
761
