Rêfrandoma xweneçemandinê

Rêfrandoma xweneçemandinê

Oct 03 2022

Rêfrandoma xweneçemandinê
Şêxo Efrînî - Rojnameya Kurdistan

25ê meha Îlûna sala 2017an, gelê kurd biryareke dîrokî bi cî kir, bûyera herî giring di dîroka gelê kurd de ye, biryar û fermana serok Mesûd Barzanî di encamdana rêfrandoma serxwebûna Kurdistanê ye. Ne bi tenê bûyerek bû û çû na, lê belê belgeyeke bo neviyên neviyan, ta bidestxistina mafên rewa, gelê kurd dê wê belgeyê di çavên dagîrkerên Kurdistanê de derxînin û bi kar bînin.

Serokê Herêma Kurdistanê di wê dema de serokê gelê kurd Mesûd Barzanî, di Hizêranê de li gel nûnerên hemû partiyan civiya, bi hev re bi yek dengî gotin: Belê bo encamdana giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê, ku ji dehê salan ve aliyên Îraqî nedipejirandin ku bibin hevpar û hevalbend, lê belê herdem kurd weke dujmin ditîtin.

Li ser fermana serokê Kurdistanê, gelê kurd ji Xaneqînê ta bi Zaxoka delal bi melyonan ew biryar bi dilekî fereh wergirtin, û serokê hêja bi tenê nehiştin.

Bêguman hersê perçeyên din nexasim kurdên Rojavayê Kurdistanê û revenda kurdî li Ewropayê kêmasî nekirin, bi vîn û viyana xwe beşdarî di piştevaniya biryarê de kir.

Em dikarin bibêjin ku rêfrandoma serxwebûna Kurdistanê piroseya herî serkeftî li ser asta cîhanê bû, ji ber ku rêjeya beşdarbûyan 4 melyon kes derbas kir, ji wan kesan 92,7 li ser sedî gotin belê bo giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê, belê bo Kurdistaneke azad, serbest û serbixwe.

Gelo divê kurd paşîman bibin?
Piştî ku kurdan pirose encam da, û encamên rêfrandomê derketin, çavê dujminan bar nebûn, dîsa êrîşî qewareya Kurdistanê kir, ji ber xiyaneta 16 Cotmehê, kurdan, Kerkûka dilê Kurdistanê û deverên din derdan û ji dest dan, ta roja îro jî em baca wê xiyanetê ku ji beşekê ji partiya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê YNKê di dermafê doza kurdî de kirine, didin.

Endezyarê serxwebûna Kurdistanê serok Mesûd Barzanî, di pirtûka xwe Bo Dîrok û lêdwanên xwe de tekez kiriye, ku ew li ser wê biryarê nepaşîman e, eger giştpirsiyeke din hebe ew ê yeke nû li ser gel çê bike ka gel paşîman in ya na.

Rojdbûna serok li ser encamdan wê rêfrandomê, careke din piştrast ku neçemandin para kurdan e, di salvegera 5 ya rêfrandoma serxwebûna Kurdistanê de, serok Mesûd Barzanî careke din gelê kurd han da, ku çiya li benda me ne, em xwe neçemînin û em ê xwe neçemînin, careke din tekez kir ku kurê ceneral Barzaniyê nemir e, neviyên Şêx Ehemd û Şêx Ebdulselam e, weke çawa bav û bapîrên wî serê xwe ji dagîrkerên Osmaniyan, Sefewiyan, Birîtaniyan, û deshelatdarên Îraqê re nedanî, serok jî ew rê ji xwe re hilbijartiye, rêya neçemandinê, rêya azadiya Kurdistanê, rêya serbestî û serfiraziyê, rêya aştîxwaziya gelan, rêya biratiya ol û pêkhateyan, rêya serxwebûna Kurdistanê.

Serokê gelê kurd di salvegera 5an ya giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê de hin helbest ji helbestvanê ereb yê Tonisî Ebû Qasim Elşabî anî û got: Eger gel jiyanê bixwazê, rojeke were qeder dê bersivê bide. Dîsa jî pişstast kir ku: Rojeke dîrokî ye, min çi axaftineke din nîn e îro ji we re bibêjim ji bilî wê yekê dibêjim dest û çavê wan maç dikim ku xwe neçemandin û xwe naçemînin, mîletê me qurbaniyeke zêde daye, me xwîneke zêde daye, şehîdê me gelek biqedr in, xwîna wan gelek biqedr e, nabê em rê bidin dujmin û nehezên me dilê xwe bi wê yekê xweş bikin îro bibêjin "Me viyana we şikand" ji ber ku eger viyana me şikiya, me hîç qedir û buhayek namînê û ew destkeftên hene jî ew jî ji dest diçin.

Dewltbûn û serxwebûna mafekî rewa yê gelê kurd e, madam hilgirê wê pirojeyê hene, rojek were em ê bi wê yekê şa bibin.

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

316