Hikûmet û şêniyên Kurdistanê di piştevaniya R. Kurdistanê de berdewam in
ARK NEWS .. Ji dema ku êrîşa Turkiyê li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê, û Rojhilata Ferêt dest pê kiriye, ji wê demê ve û ta roja wekû îro, Herêma Kurdistanê di gihandina alîkariyan ji bo derbider û penaberên Rojavayê Kurdistanê de, derdewam in.
Ji rojên yekem de Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî bi hawara derbiderên ku li hundrî welêt de dimînin çû, û barhilgirên alîkariyan ji xwarin vexwerin, kel û pelên zivistanê, û derman gihandin derbiderên ku ji ber şer û pevçûnan mal û milkên xwe bi cî hiştibûn. Ji bilî wê yekê Herêma Kurdistanê deriyê xwe ji penaberan re vekir, û bi hezaran vehewand û di kampan de bi cî kirin .
Li nava bajaran de jî hilmetên komkirina alîkariyan ji bo ziyadîtiyên şer têne lidarxistin. Li Hewêra peytexta Herêma Kurdistanê li hejmarek tax û kolan hilmet li dar in, da ku bi karîn û şiyanên xwe piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bikin, ku ew hilmet ji aliyê rêxistin û kesayetên Kurdistanê ve tên lidarxistin û alîkariyan kom dikin.
Li ser asta tenduristî Herêma Kurdistanê hilmetek bexşîna xwînê ji bo nexweşxaneyên Rojavayê Kurdistanê ra bû, ji bilî wê yekê birîndarên ku pêwîstiya wan bi veguhestina herêmê hebe têne veguhestin . Nexasim zarokê Serê Kaniyê yê bi navê Mihemed ku tê gomankirin bi çekên kîmawî ji aliyê Turkiyê ve hatibe armanckirin, li ser destê Dezgeha Barzanî hate veguhestin, ji ber giranbûna birînên wî êdî navê wî li cîhanê belav bû û mijara rojê . Piştî çend rojan ji gihandina Mihemed ji herêmê re, Serok Barzanî peywendî bi bavê wî re kir û got, her çi pêwîst be kêmasiysê nakin, û îro ew axeftin li ser erdê hate wergêrandin, û biryar e ji b o nexweşxaneyên Firansayê wer şandin .
Herêma Kurdistanê ji despêka şerê Sûriyê piştevaniya xwe ji Rojavayê Kurdistanê re anî ziman, û deriyê xwe vekir ji wê demê ve her çi bi destan were bi bê dudilî dike .
Ş.E
502
