PDK-Sê pêşwazî li şandeke P.D.P.K.Sê kir

PDK-Sê pêşwazî li şandeke P.D.P.K.Sê kir

Aug 25 2022

ARK NEWS... Şandeke ji Partiya Dîmoqratî Pêşverû ya Kurd li Sûriyê roja Çarşemê 24ê 08. 2022, serdana nivîsgeha Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê kir.

Şanda Pêşverû bi seroketiya endamê ofîsa siyasî Ebas Henîfê, endamên komîta navendî Osman Mihemed, Hesen Cindî û Mistefa Henîfê pêk dihat.

Ji aliyê endamê polîtbîroya PDK-Sê Ebdulkerîm Mihemed û endamên komîta navendî Ebdulrehman Qasm, Hisên Silêman û Perîxan Dawûd ve pêşwazî li şanda Pêşvero hate kirin.

Her du aliyan behsa rewşa siyasî, aborî û gefên ku Rojavayê Kurdistanê rastî tên, kir, bi taybetî behsa pêla penaberiyê û xirabûna rewşa xizmetguzariyê li tevaya bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê hate kirin.

722