Penaberekî Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê jiyana xwe ji dest da

Penaberekî Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê jiyana xwe ji dest da

Oct 22 2018

Di encama buyereke hatinûçûnê de, li ser rêya Hewlêrê, penaberekî Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.

Jêderekî ji nava Kampa Kewregoskê ya penaberên Rojavayê Kurdistanê li gundewarê Hewlêrê, ji ARKê re da zanîn ku penaberê bi navê Fadî Ebdo Silêman duh Yekşemê 21.10.2018an di buyereke hatinûçûnê de li ser rêya Hewlêrê, jiyana xwe ji dest da û hejmarek kesên din li gel wî bûn birîndar bûne.

Fadî bi xwe endamê Encumena Xwecihî ya Kampa Kewregoskê bû, û endamê Partiya Dîmuqrata Kurdistan-Sûriyê bû, ew bi xwe xelkê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye, jidayikbûyê 1980î ye, bavê du zarokan e, biryar e îro termê wî ji bo Hesekê were veguheztin da bi xakê were spartin.

666