8 sal in pêşmerge Têrîj şehîd e
Aug 21 2022
ARK NEWS... Di 21ê Tebaxê de, beriya 8 salan qehremanekî Pêşmergeyên Leşkerê Roj canê xwe kir qurbanî di ber milet û xaka Kurdistana pîroz de.
Roja 21ê Tebaxa 2014an de Pêşmergeyê Leşkerê Roj Behrem Mûrad Silêman ku bi Tîrêj dihat naskirin, li eniya Bendava Mûsilê li gundê Sehlec li Herêma Kurdistanê, di şerê rûbirûbûna çekdarên rêxistina DAIŞa terorîst de, û berevaniyê di ber xaka Kurdistanê de şehîd bû.
Şehîd Behrem sala 1993yan de li gundê Helêq yê ser bi bajarê Dêrika Rojavayê Kurdistanê ve ji dayik bûye. Cihê xwe li hêza yêkê yê Pêşmergeyên Roj de digirt.
Ş.E
404
