
Nêçîrvan Barzanî û Baydemîr tekezî li ser rêya aştî û diyalogê kir
Feb 19 2020
ARK NEWS... Berî nîvroya îro Çarşemê 19/02/2020 li Hewlêrê Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr û şanda li gel wî kir.
Di hevdîtinê de herdu aliyan tekez kirin li ser xebata siyasî ya sivîl û li ser gotara aştîxwazane ya gelê Kurd ya ji bo çareserkirina kêşeyan û bidestveanîna mafên wan û herwiha jihevdûnêzîkbûna aliyên Kurdistanî.
Nirxandina rewşa navçeyê bi giştî û pêşhat û guhertinên siyasî û rewşa Kurdan li navçeyê û çareserkirina kêşeyan bi rêya diyalog û danustandinê û rola civaka navdewletî ya di vê mijarê de, aliyekî dinê hevdîtinê bû.
443