Hejmara nû ya Rojnameya Kurdistan derket
Rojnameya Kurdistan bi hejmara 255 beşê Kurdî û 714 beşê Erebî derket, tê de hejmarek mijarên siyasî, rewşenbîrî û civakî yên girêdayî bi Kurdistanê û deverê hatine weşandin û gihişt ber destên xwîneran.
Di beşê Erebî de, yekem rûpel vejandina slavegera 35an ya koçbarkirina xebatkar Dr. Nûredîn Zaza, pêşwazîkirina Mihemed Îsmaîl sekretêrê Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya ji şandaeke Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd re û daxuyaniya ENKS derbarê bombebarankirina Turkiya ji Rojavayê Kurdistanê re û redkirina wê ji veguhestina şerê di navbera Turkiyê û PKKê de bo R. Kurdistanê, li xwe digre.
Rûpelên Du, Sê û Çar nûçeyên Rojavayê Kurdistanê û çalakiyên PDK-S û ENKS li xwe digrin.
Her weha beşê Erebî yê Rojnamey Kurdistan, hejmarek mijar û raportên Kurdistanî û Sûrî, yên nêrînên siyasî, wêjeyî, tendirustî û civakê li xwe digre.
Di beşê Kurdî de, yekem rûpel bi navê “ENKS red dike navçeyên Rojavayê Kurdistanê bibin meydana nakokiyên di navbera PKK û Tirkiyê de” ye.
Rûpela duwem, behsa xebatkar Dr. Nûredîn Zaza dike, rûpel sêyem, behsa zêdebûna Êrîşên ser deverên kêmkirina şer li Idlib û gundewarê Helebê dike û bi çand û hunerê beşê Kurdî bi dawî tê.
Rojnameya Kurdistan nîv mehane ye ji aliyê Ragihandina Navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya ve li Hewlêrê derdikeve.
226
