Ciwanekî Kurd di bin eşkenceyê de di zîndana rêjîma Sûriyê de hate terorkirin

Ciwanekî Kurd di bin eşkenceyê de di zîndana rêjîma Sûriyê de hate terorkirin

Aug 05 2018

ARK..NEWS Desthelatdariya ewlehiya rêjîma Sûriya lîsteyek ji sivîlên ku di bin eşkenceyê di zîndanên rêjîmê de jiyana xwe ji dest dane radestî navendên nasname û regeznameyan kir .
Hijmarek ji wan navan hatine navendên herdu bajarên Rojavayê Kurdistanê Hesekê û Qamişlo ku di nav wan de navê ciwanekî Kurd beriya demekê hatibû binçav kirin hebû.

Malpera Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê û Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya belav kirin ku ciwanê bi navê Hekem Hikmet Sulêman di nav lîsteya ku gehuştiye navenda nasnameya Qamişlo de heye û dibin eşkenceyê de di zîndana rêjîma Sûriyê de hatiye terorkirin û şehîd bûye .

Li gor herdû malperan ku beriya heyvekê Hekem Hikmet Sulêman ji aliyê rêjîma Sûriyê ve ji bo yedeka leşkeriya neçar hatibû binçavkirin û di roja Şemiyê 4/7/2018 ewlehiya rêjîma Sûriyê termê wî radestî kesûkarên şehîd kir .

Heman malperên navbûrî tekez kirine ku Hekem Hikmet Sulêman dema çareseriya xwe ya tendirûstî li Nexweşxaneya Niştîmanî ya bajarê Qamişlo didît ji aliyê çekdarên rêjîma Sûriyê ve hate binçavkirin.

Hekem Hikmet Sulêman xelkê gundê Şermûx yê ser bi Qamişlo ve ye û xêzandare û bavê du zarokan e .

Beriya niha jî jêderên opozisyona Sûriyê navê 8000 hezar sivîlên Sûriyê yên di bin eşkenceyê de hatine terorkirin belav kirin ku ji wan jin û zarok jî hebûn û tevî wê yekê hîn çarenivîsa bi hezaran ji welatiyên Sûriyê ne diyar e .




649