Pêşmerge 20î Cotmehê pilana neyaran şikand û Kurdistan serbilind ma

Pêşmerge 20î Cotmehê pilana neyaran şikand û Kurdistan serbilind ma

Oct 20 2018

Fermandariya Operasyonên Pêşmerge ya Kurdistanê di salvegera şerê bergiriya li Herêma Kurdistanê ji aliyê Heşda Şeibî ve daxuyaniyek belav kir û têde got: “Pêşmerge 20 Cotmeha par pilana neyaran şikand û Kurdistan serbilind ma.”

Par roja 20ê Cotmeha 2017an, 4 roj piştî bûyera 16ê Cotmehê, çekdarên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê dixwestin Hewlêr û Duhokê jî dagîr bikin lê rastî Hêzên Pêşmerge bûn û piştî şerekî giran nikarin ew pilan hat şikandin.

Di daxuyaniyê de hat, “Ew plana ji xiyanetiya 16ê Cotmehê ve destpê kiribû, ku li pişta Pêşmerge dan û Kerkûk dilê Kurdistanê bi nirxekî erzan firotin. Wê xiyanetî hîşt ku neyarên gelê me Herêma Kurdistanê pariyeke asan bizanin û xwastin dagîr bikin, ji ber wê ber bi Hewlêra Paytext ve hatin, lê bi berevaniyeke qehreman, Pêşmerge êrîşa neyar û dagîrkeran şikand.

Ragihand jî, “Bi heman awayê, li Sihêla berxwedan û merdatî û li Mexmûrê û bereyên rojhilatê Dîcleyê, Pêşmerge bi piştevaniya xwedê û xweragirî û niştimanperiya gel, plana neyaran a ji bo jinavbirina Herêma Kurdistanê şikand û Kurdistanê bi serbilindî ma.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat, “20 Cotmeha 2017an dîrokeke mezin bû di xebata miletê me de û di wê rojê de dîrokeke tije şanazî tomar kir. Fermandariya Operasyonan wê roja dîrokî bi rojeke pirşengdar a Pêşmerge dizane û bîranîna wê bilind dinirxîne.

Fermandariya Operasyonên Hêza Pêşmerge dibêje: “Ew serkeftina Pêşmerge ji hemû aliyan re piştrast kir ku gelê Kurdistanê xwedî dozeke rewa ye û amade ye heta dawî dilopa xwîna xwe berevaniyê li xak û rûmeta xwe bike.”

Herwiha got: “Ew serkeftina mezin bi xwîa dehan şehîdan hate meydanê. Hezar silav bo giyanê pak ê şehîdên Kurd û Kurdistanê, spas û pêzanîn ji bo wan Pêşmerge û fermandarên qehreman ku rola wan di tomarkirina wê serkeftina mezin de hebûn, ku ta hetheta di bîreweriya miletê me de dimîne û dê bi serbilindî wê bibîr bîne.

588