YXCDK-R salvegera komkujiya Kobanê vejand
ARK NEWS... Duh 25ê Hizêrana 2022yan, Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî – Rojava, salvegera komkujiya Kobanê, li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê vejand.
Di çalakiyê de parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw, serkide, nûnerên partiyên siyas, çavdêr, çalakvan û bi dehan ji pebanbrên Rojavayê Kurdistanê amade bûn.
Semînar ji aliyê Xalid Elî, birêveberê ragihandin PDK-Sê li herêma Kurditanê bi rê ve çû, her yek ji Dr. Mihemed Îhsan, pispor di belgekirina komkujiyan de, Dr. Ebdulhekîm Beşar, endamê polîtbîroya PDK-Sê û nivîskarê kurd Ronî Elî beşdar kir.
Di çalakiyê de derfet ji pêşkêşkirina gotaran re hatin dean, herweha beşdarbûyan jî pirsên xwe kirin û nerîn bi hev hatin derbirîn.
Ş.E
696
