Hewlêr... Serokatiya ENKSê pirsgirêkên penaberan gotûbêj kirin

Hewlêr... Serokatiya ENKSê pirsgirêkên penaberan gotûbêj kirin

Jun 16 2022

ARK NEWS... Şandek ji nûneratiya herêma Kurdistanê ya ENKSê û yakîtiya mamosteyên Kurdistan - Sûriya hevdîtinek li gel serokatiya ENKSê li Hewlêra paytexya Herêma Kurdistanê li dar xist.

Bi amadebûna Siûd Mela serokê ENKSê û endamê desteya serokatiya ENKSê, civîn bi rê ve çû, tê de behsa pirsgirên penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li herêma Kurdistanê kirin.

Mijarên ku hatine gotûbêjkirin rewşa xwendin û fêrkirinê, rewşa kartên niştecîbûnê yan weke îqame tê naskirin, serbarî rewşa xizmetguzariyê û pirsgirêka serdanan, bi gûrgulî li ser rawestiyan.

Di dawiyê de şanda nûneratiyê û Yekîtiya Mamosteyan lîsteyek radestî serokatiya ENKSê kir, da ku bi aliyê berpirsê re wan pirsgirên çareser bikin.

817