PDK-Sê dê salvegera damezrandina xwe vejîne
Jun 13 2022
ARK NEWS... Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya di salvegera 65emîn damezrandina xwe de, dê merasîmên vejandinê li hundir û derveyî welêt li dar bixe.
Li gorî vexwendinên ku PDK-Sê belav kiriye: Sibe 14ê Hizêranê de dê li her yek li bajarê Qamişlo, Dêrikê û gundewarê wê wek bajarokê Girkê Legê û gundê Kêşika, serbarî gundê Til Efendî yê gundewarê Hesekê li dar bixe.
Li herêma Kurdistanê jî: Dê li Hewlêrê û kampan li dar bixîne, mîna kampa Domîz ya li Duhokê û kampên Dareşakran, Kewregosk, Qoştepe yên li derdora Hewlêrê.
Ş.E
347