17 sal li ser şehîdbûna Şêx Me'şûqê Xiznewî re derbas dibin

17 sal li ser şehîdbûna Şêx Me'şûqê Xiznewî re derbas dibin

Jun 01 2022

ARK NEWS... Beriya 17 salan, di rojeke weke îro de, kesayetiya Olî ya navdar Şêx Meşûq Xiznewî ku li ser destê rêjîma Esed hatibû revandin, hate terorkirin û şehîd bû.

Di 10ê Gulana sala 2005an de kesayetiya Olî ya navdar Şêx Meşûq Xiznewî ji aliyê endamên sêxûriya bi navê ewlehiya esmanî ya rêjîma Esed ve hat revandin.

Di 1ê Hezêrana heman salê de, termê wî yê pîroz li goristaneke bajarê Dêra Zorê hat dîtin û şûna eşkenciyê li ser termê wî diyar bû, ku ev yek bû cihê şermezariyê ji aliyê miletê kurd ve, piştre termê wî yê pîroz ji bo malbata wî hate radestkirin û li Qidûr Bek ya Qamişlo bi xakê hate spartin.

Şêx Meşûq Xiznewî jidaykbûyê sala 1958an e, ji gundê Til Me'rûf yê bi ser bajarê Qamişlo ve ye.

Ş.E

346