Artêşa Israîlî jimareyek bingehên leşkerî li Şamê armanc kirin

Artêşa Israîlî jimareyek bingehên leşkerî li Şamê armanc kirin

Dec 18 2023

Di êrîşên asmanî yên Îsraîlê li ser baregehên leşkerî yên derdora Şamê de, 2 çekdar hatin kuştin û hejmarek din jî birîndar bûn.

Malpera Sewt Elasîme ragihand ku artêşa Îsraîlê şeva borî bi mûşekan êrîşî çend baregehên leşkerî li derdora Şamê kirin, û sîstema berevaniya asmanî ya Rêjîmê hewla rêgirîkirinê kir.

Serbar kir Israîl di wan êrîşên xwe de jimareyek bigehên leşkerî li Seyide Zeyneb, Dîmas û Qudseya li gundewarê Şamê kirin armanc.

Ji aliyê xwe ve Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SHOR) eşkere kir kudi encama wan êrîşên Îsraîlê de, 2 çekdarên nenas li devera Dîmasê hatin kuştin û hejmarek çekdar jî li Qudseya birîndar bûn.

Li gorî amarên Rewangehê ji destpêka şerê navbera Israîl û Hemas de artêa Israîlê 34 caran xaka Sûriyê armanc kirye.

335