Ji serê salê ve: "750 malbat vegeriyane Efrînê"
ARK NWS... Pêla vegera malbatên kurdên Efrîna Rojavayê Kurdistanê, berdewam e, ji serê salê ve heta niha bi sedan malbat ji yên koçberkirî li kampên Şehbayê, derbider li Helebê û penaber li Turkiyê û Lubanê vegeriyan bajar û gundên xwe.
Ji serê salê ve li gorî jêdereke agahdar taybet ji ARKê re ragihandiye ku 750 malbat vegeriyane Efrînê, ji wan 190 malbat ji serê Nîsanê ve vegeriyane gundên xwe, lê rastî gelek astengî û zehmetiyan tên heta ku bikarin mal û mulkên xwe vegerînin.
Di vê derbarê de Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê tekez kir ku fermandarê bi navê Ebû Xalid ji çekdarên Emşat li navçeya Şiyê red dike ku deroda 50 malî ji xwediyên wan re vegerîne, ku ew malbat di vê dema dawiyê de vegeriyan navçeya Şiyê.
Rêxistinê da zanîn ku ew bûyer li pêş çavên komîta vegerandina mafan û rawestandina stem û zordariyan tê, û ji ber sedem û buhaneyên nerast red dike vegerîne û ji xwe û berjewendiyên xwe re bi kar tîne.
Ji aliyê xwe Beşar Emîn endamê Polîtbîroya PDK-Sê dema beşdariya xwe di bultena ARKê de got ew piştgirya vegerê dikin, lê divê komîta ku navbera ENKSê û hevpeymaniya niştîmanî ya hêzên şoreş û oposizyona Sûriyê de hatiye damezrandin dest bi kar bike û were ektîvkirin da ku hêsankarî di vegerê de çê bibe û her kurdek veger zêdê xwe.
Tevî binpêkirin û rêgiriyan nexasim li pêş koçberkiryên li Şehbayê û dana pereyên zêde û girtina rêyên dûr, dîsa malbatên kurdên Efrînê rû li warê xwe dikin û hîn jî pêl berdewam e.
Ş.E
412
