Efrîn.. Çiwanekî Kurd bi destê çekdarên El-Hemzat hat kuştin.

Efrîn.. Çiwanekî Kurd bi destê çekdarên El-Hemzat hat kuştin.

Jun 21 2024

Îro 21.06.2024, ciwanê bi navê “Cemal Colîn Bekir Elî” piştî çend rojan ji aliyê çekdarên “El-Hemzat” ve dema ji karê xwe vedigeriya li yek ji xalên pişkinînê li gundê Ciwqê rastî guleyên çekdarên “El-Hemzat” hat û di encamê de li navenda bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê şehîd bû.

Şehîd Cemal Colîn ji gundê Dargirê yê navçeya Mabata ye, di 18’ê Hezîrana 2024’an de ji aliyê çekdarên El-Hemzat ve hate gulebarankirin û li Nexweşxaneya Taybet a Efrînê dihat dermankirin.

116