Efrîn... Bi sedan malbat li benda pejrandina vegera malên xwe ne .

Efrîn... Bi sedan malbat li benda pejrandina vegera malên xwe ne .

Oct 15 2018

ARK NEWS .. Bi sedan ji malbatên kurd yên Efrîna Rojavayê Kurdistanê yên ku ji deverên derbideriyê vegeriyane Efrînê li benda pejrandina vegera gund û malên xwe ne .

Li gor jêdereke taybet ji Efrînê ji ARKê re ragihand ku bi sedan malbatên kurd li hêviya pejrandinê ji girûpên çekdar û berpirsênTurkan ne da ku karibin careke din vegerin gund û warên xwe û ji ber wê yekê neçar dibin li cem kesûkarên xwe li navenda bajarê Efrînê yan gundên derdora gundên xwe bimînin .

Jêderê herwiha da zanîn ku dema ew malbatên -ku neçar bûne li navenda bajêr bimînin- berê xwe didin aliyên berpirsan daku bejrandina vegera gundên xwe bînin girûpên çekdar û berpirsên Turkiyê bihaneyên cuda cuda ji wan re derxînin wek hin gund nehatiye paqijkirin yan gund wek xaleke leşkerî hatiye ragihandin û hin bihaneyên din, û ji çend heyvan de ew li cem kesûkarên xwe ne .

Derbarê derketina malbatên Ereb ji Efrînê jêderê tekez kir ku gotegotek heye dibêje ku malbatên Ereb yên li şûna kurdan de hatin bicihkirin dê di 10/15/2018 derkevin lê di heman demê de li gor axeftina jêderê ku ji despêka derbasbûna Turkiyê û girûpên çekdar gelek gotegotên wisa derketine û ta niha ne ketine warê cîbicîkirinê de lê hijmarek ji malbatên Ereb ji ber rewş û sedemên cuda vegeriyan gundên xwe li Idlibê û hin ji wan vegeriyan Xûta .

Bi hezaran ji malbatên Efrînê jiber şer û pevçûnan reviyan dervey herêmê û tevî beşek ji wan vegeriyan Efrînê lê ta niha hijmarek mezin ji malbatên kurd li hêviya vegera gundên xwe ne .

Ş . E

580