Qamişlo .. Zarokek bû qurbaniya guleyeke bê serûber .

Qamişlo .. Zarokek bû qurbaniya guleyeke bê serûber .

Oct 15 2018

ARK NEWS .. Zarokek xelka bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bû qurbaniya fîşekeke bê serûber .

Li gor çalekvanan ragihandine ku zaroka bi navê Helez Meran li taxa Kornîş ya Qamişlo duh rastî fîşekeke bê serûber hat û di encamde bi giranî birîndar bû .

Û jiber birînên wê Helez ji bo nexweşxaneya Niştîmanî ya bajêr hate veguhestin û rewşa wê ya tendrustî xirab e .

Jiber belavbûna diyardeya çekan li Rojavayê Kurdistanê gelek rewşên wiha hatine tomarkirin û sivîl dibine qurbaniya fîşekên bê serûber.

Ş.E

390