Efrîn .. Cînîrator ji bo dûbare vegera ava vexwarinê li Raco hat dayîn .

Efrîn .. Cînîrator ji bo dûbare vegera ava vexwarinê li Raco hat dayîn .

Oct 15 2018

ARK NEWS .. tevî astengiyê û rêgiriyên têne pêş Encûmena Xwecihî yên Efrîna Rojavayê Kurdistanê lê di pêşkêşkirina xizmetgûzariyan ji bo xelkê Efrînê berdewam in .

Piştî ku cînîratorên kevin yên navenda dabeşkirina ava vexwarinê li navenda Raco ji kar hatin xistin û rastî ziyanê ji ber şer û pevçûnan hatin Encûmena Xwecihî ya navçeya Raco bi hemahengî bi aliyên berpirs re Cînîratorên nû ji bo navenda raco danîn .

Jêdereke agehdar ji navçeya Raco ji ARKê re da zanîn ku ji çend rojan ve Encûmena Xwecihî ya navçeya Raco kar ji bo dûbare vegera ava vexwarinê û elektrîkê ji bo gund û navenda navçeyê dike û cînîratorên nû ji bo navenda dabeşkirina avê ji Turkiyê anîne da ku carek din ava vexwarinê li ser malên sivîlan û dezgehan were dabeşkirin .

Jêderê tekez kir ku ji ber şer û pevçûnan cînîratorên kevin yên Raco ji kar hatibûn xistin û Encûmena Xwecihî di hewlên xwe de berdewam e da ku carek din ava vexwarinê û elekitrîk were dabînkirin û ji ber wê yekê cînîratorên karibin caksaziyê tê bikin dikin weke cînîratorê gundê Mamolo da ku xelkî gund careke din sûd ji navenda dabeşkirina avê bibîne .

Navçeya Raco yek ji navçeyên rastî ziyanên mezin ji ber bombebaran û topbaranê û şer û pevçûnan hatibû û ji dema şer hatiye rawestandin ta niha ava vexwarinê û elektirîka niştîmanî bi şêweyekî fermî nehatiye lê i ber ku bi bîrên avê û kaniyên xwe navdare xelk karin debara jiyana xwe dabîn bikin .

Ş . E

574