PYDê keça kurd ya Êzîdî Sîlva Hemîd Cefer ji taxa Şêx Meqsûda Helebê revand

PYDê keça kurd ya Êzîdî Sîlva Hemîd Cefer ji taxa Şêx Meqsûda Helebê revand

May 21 2022

ARK NEWS... Encûmena Êzîdiyên Sûriyê, revandina zarokeke kurda Êzîdî ji aliyê PYDê ve, şermezar kir, bang li HSDê û PYDê kir ku zaroka ku tûşî nexweşiyan bûye vegerînin hembêza malbatê.

Encûmena Êzîdiyên Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku tevî şermezarkirin, riswakirin û nerazîbûnên berdewam, hîn jî armanckirina zarokan ji aliyê ciwanên şoreşger ve berdewam e, dawîn qurbanî keça kurda Êzîdî Sîlva Hemîd Cefer e, ku ji gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawa ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye. Li gel malbata xwe ji Efrînê piştî operasyona Turkiyê li ser herêmê derbiderî taxa Şêx Meqsûda Helebê bû, dema berê wê li dibistanê bû hate revandin û ji bo cihekî nediyar hate birin.

Encûmenê amaje pê kir ku bavê keça revandî daye zanîn ku ji dema hatiye revandin heta niha di hewlên xwe de berdewam in, da ku bizanibin çarenivîsa keça xwe çî ye, lê ew hewl bêsûd bûn, li her dezgeh û saziyekê di rêveberiyê de pirs kirin, lê negihîştin tu encamekê, bersiv her ew bû ku ew nikarin çarenivîsa wê diyar bikin.

Encûmena Êzîdiyê Sûriyê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku Sîlva hilgirê nexweşiyan e, û rewşa wê ya tendurisît ne baş e û hin caran bîrdanka xwe ji dest diçe, ew bi hêvî bûn ku bi bê belavkirina li ser ragihandinê bihate çareserkirin, û bihata serbestberdan û vegerandin, lê piştî ku encûmenê têkilî bi HSD, MSDê û PYDê re kir diyar bû ku bêsûd in, lewma daxuyanî belav kir û tê de banga diyarkirin û vegerandin Sîlva kir.

Encûmena Êzîdiyên Sûriyê di daxuyaniya xwe got ku ne bi tenê revandina Silva şermezar dikin, lê belê vê diyardeyê bi tundî riswa dikin bi karekî terorî bi nav dikin, ev kiriyar û binpêkirinên PYDê ku ser bi PKKê ve ye encam dide, ne kêmtir in ji binpêkirinên komên çekdar yên li Efrînê û Serê Kaniyê encam didin, lewma berpirsiyaretiya wê û her zarok û revandiyekî di sûtiyê PYD, MSD, HSDê û her partiyekê bi wan re hevpeyman in, dibînin.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Encûmena Êzîdiyên Sûriyê bang li şandiyê Navdewletî Gêr Pêdirson kir ku destêwerdanê bike û fişarê li HSDê bike da ku her zarokekî revandî li aliyê HSDê ve careke din vegerîne di serî kurda Êzîdî Sîlva û vegera hembêza malbata xwe û berdewamiyê di xwendina xwe de bîne.

Ş.E

409