Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li hejmarek ciwanan kir
May 19 2022
ARK NEWS... Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 19ê Gulana 2022yan, pêşwazî li hejmarek ciwanan kir.
Li gorî rûpela fermî ya Herêma Kurdistanê li ser torên civakî belav kiriye ku serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwazî li hejmarek ciwanan kir ku wan ciwanan karîbûn zimanê kurdî (Zaravayê Soranî) derbasî GOOGLE, beşê wergerandinê bikin.
Tê zanîn ku beriya çend rojan Zaravayê Soranî derbasî GOOGLE hat kirin, ku Zaravayê Kurmanî ji 2016an ve tê de cih digire.
Ş.E
409
