Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Hevpeymaniya Fetih kir

Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Hevpeymaniya Fetih kir

Oct 14 2018

Roja şemî 13.10.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî Hevpeymaniya Fetih bi Serokayetiya Ebu Cîhad kir.

Li hevdîtinê de şanda Hevpeymaniya Fetih ji bilî balkişandina li ser rol û pêgeha Partiya Demokrata Kurdistanê ya li dîrokê û niha û paşaroja Kurdistan û Iraqê de tekez li ser çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê kirin. Her wiha ewe jî dûpat kir ku vekirina rûpeleke nû ya peywendiyên di navbera her dû aliyan û çareserkirina kêşe û giriftan li berjewendiya Iraq û Herêma Kurdistanê da dibe.

Li beşekî dinê civînê de Serok Barzanî ronahî xiste li ser peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda û eve jî dûpat kir ku gelê Kurdistanê xwediyê dozekî rewaye û ragihand ku vekirina rûpeleke nû û çareserkirina kêşeyan pêwîste li ser bingeha tewafuq û berçavgirtina şeraketê bê û eve jî bi navê dûbarenebûna girift û kêşeyên berê be.

701