Şahê Urdunê tekeziyê li ser çareserkirina kirîza Sûriyê kir

Şahê Urdunê tekeziyê li ser çareserkirina kirîza Sûriyê kir

Nov 20 2019

ARK NEWS .. Şahê Urdinê tekezî li ser bilezkirina çareserkirina kirîza Sûriyê kir, da ku penaberên Sûriyê di zûtirîn dem de vegerine ser zêdên xwe .

Ajansa Petra ya Urdunî ragihand, ku Şah Ebdulah Duyê roja Duşemê 18. 11 . 2019, di çarçoveya hevdîtinekê de li gel Castîn Tirodo Serokwezîrên welatê Keneda got, ku çareseriya siyasî baştirîn çareseriye bo kirîza Sûriyê .

Herwiha Şah Ebdulah got , ku pêwîst e çareseriya siyasî yekparçeyî û serweriya Sûriyê biparêze , û ewlehî bo vegera penaberan bo ser zêdên xwe dabîn bike .

348