Heleb... Ciwanên şoreşger 3 zarokên Efrînê revandin

Heleb... Ciwanên şoreşger 3 zarokên Efrînê revandin

Mar 31 2022

ARK NEWS... Li taxa Şêx Meqsûda Helebê, ku di bin destê rêveberiya PYDê de ye, faşistên ciwanên şoreşger 3 zarok ji derbiderên Efrîna Rojavayê Kurdistanê revandin, nasname û zanyariyên du ji wan bi dest ARKê ketin, hîn ya zaroka keç ya sêyem nehatiye diyarkirin.

Li gorî jêdereke agahdar ji ARKê re daye zanîn ku faşistên ciwanên şoreşger 3 zarok li pêş dibistana Qehreman ya li Şêx Meqsûda Helebê, ku piraniya nişteciyên wê taxa kurd in, û di bin destê PYDê de ye, revadin.

Heman jêderê eşkere kir ku nasnameya yek ji wan keça bi navê Rosêl Mihemed Şêxo ye, ku bi xwe ji gundê Duraqliya yê ser bi navçeya Şera ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ve ye, temenê wê bi tenê 14 sal in, jidayîkbûya 2006an e. Heman jêderê ameje kir ku keça 14 salî, ji bo bajarê Munbicê hatiye revandin û ta niha tu agahî li ser wê û herdu zarokên din tune ne. Zaroka din jî bi navê Zehîde Sibhî Koçer e, ji navçeya Şêrawa ye, ta niha jî nave keça sêyem nehatiye eşkerekirin.

Ji bilî van navan di vê dema dawiyê de li Kobanê hejmarek zarok bi destê heman çekdaran ve hatine revandin, li gorî jêderên ARKê ku 8 zarok di çarçoveya demeke kurt de hatine revandin, mebest û armanc ew e ku tevlî perwedeya leşkerî bikin piştre weke êzing di şerên ku bi birêkarî yan bi wekalet bi kar bînin.

Tevî bangên berdewam ji aliyê malbat, tevgera kurdî, nivîskar, rêxistinîn xwecihî û cîhanî ji bo bidawîhatina diyardeya mestisîdar, lê milîsên PYDê û HSDê di revandina zarokên jêr 18 salî û ciwan û nûciwanan de berdewam in.

Ş.E

549