5 sal in, xebatkar Fûad Îbrahîm revandî ye

5 sal in, xebatkar Fûad Îbrahîm revandî ye

Mar 24 2022

ARK NEWS... Di salvegera revandina çalakvan û xebatkar Fûad Ibrahîm, ku îro 24ê Avdara 2022yan de, 5 sal li ser revandina wî re derbas dibin, tevî ku HSDê di daxuyaniyeke fermî de xwe weke berpirs di ber revandina wî de dîtiye, lê ta niha rêveberiya PYDê li ser nediyakirina cihê wî rijd e.

Di 24ê Adara 2017an de, milîsên PYDê li deverekê navbera gundê Mameşor û Şekirxaçê li derdora Dêrika Rojavayê Kurdistanê de, çalakvan Fûad Ibrahîm revand, tevî hewlên berdewam, lê ta niha bêserûşûn e, û çarenivîsa wî ne diyar e.

Çalakvan Fûad Ibrahîm, wek endamê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê bû di gelek xwepêşandanên li dijî rêjîmê de beşdar kiribû, ji ber çalakiyên xwe, ji aliyê rêjîm, û PYDê ve rastî astengî û rêgiriyan dihat.

Di 2ê Cotmeha 2016an, ji ber çalakiyekê hat revandin, û dawîn car di 24ê Adara 2017an, çekdarên PYDê ew revand, û ta roja îro dangûbasên wî hatine birîn.

Di vê derbarê de, piştî ku danûstandin navbera ENKSê û PYNKê de dest pê kirin, ENKSê lîsteyek ji navê 8 revandiyan pêşkêşî HSDê kir, HSDê jî ji aliyê xw ve, daxuyaniyek di 10ê Çileya 2020an belav kir û bersiva ENKSê da tê de revandina Fûad Îbrahîm û Emîr Hamid li xwe girt û berpirsiyaretiya rewiştî ji bo diyarkirina çarenivîsa wan da diyarkirin, û ragihand ku lêpirsîn û vekolîn di derbarê herdu navan de berdewam in.

Rijdbûna PYDê li ser nediyarkirina çarenivîsa revandiyan, di demekê de tê ku mijara yekrêziyê li dar e. Hîn jî tu derencamên wê li ser erdê tune ne, ku babeta girtî û revandiyan mercekî sereke ji bo serkeftina danûstandinan e, berûvajî wê, PYDê kiryar û reftarên xwe di dermafê ENKSê û PDK-Sê de gurtir kiriye.

Ş.E



400