Hevpeyimaniya Sûriyê Daxwaza Lêpirsînê Derbarê Radestkirina Penaberin Sûrî yên li Libnanê ji bo Rêjîmê ji Neteweyên Yekgirtî Dike

Hevpeyimaniya Sûriyê Daxwaza Lêpirsînê Derbarê Radestkirina Penaberin Sûrî yên li Libnanê ji bo Rêjîmê ji Neteweyên Yekgirtî Dike

May 27 2019

Serokê Nivîsîngeha Ragehandinê ya Hevpeyimaniya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê, Ehmed Remedan, daxwaza vekirina lêpirsîneke fermî û bilez ji Neteweyên Yekgirtî kir derbarê radestkirina hêzên ewlekariya Libnanê ji hejmarek penaberên Sûrî re bo rejîma Esed, tevlî metirsiya îşkencekirin û kuştina wan.

Remedan di tiwîtekê de nivîsandiye ku"rewşa yasayî ya 74 % ji penaberên Sûrî ne normal e, bi sedema serhişkiya desthilata li jêr bandora milîsên Hizbulah û Îranê".

Herwiha hin çalakvan û mafnasan ev kiryara ku polîsê şaredariya Beyrûtê kir bê ku wan agahdar bikin şermezar kirin, ku vê yekê hişt penaberên Sûrî ji malên xwe derkevin, û dilgiraniya xwe ji vê bûyerê nîşan dan û ew yek bi kiryareke xerab binav kirin.

Herwiha hin çalakvanan roja Şemiyê kampaniyek li ser malpera "Afaz" belav kirin, û têde behsa tişta ku parêzerê Sûrî Enwer El-Bunî li ser rûpela xwe ya Fasbokê belav kirbû nîşan dan, ku wiha gotibû: "Desthelata Libanê ya bi piştgiriya gelek nijadperestan, dema ku planên wan ligel tawankarê Rûsî Putin di dîtina sîwaneke navdewletî ji bo vegera penaberên Sûrî ji bo tawankar Beşar Esed û dana delîveyeke nû ji bo kuştina wan biser neketin, dixwazin di rêyên din û bi rêya fişarên ser penaberan de armancên xwe bicih bînin."

Kampaniyê diyar kir ku wezareta navxwe ya Libnanê biryarek derxistiye ji bo ruxandina mal û çadirên penaberan bêyî wergirtina ti tedbîran ji bo vehewandina wan li hin cihên din, û bi vê yekê 1400 malbatên Sûrî li çolan dijîn, û destnîşan kir ku milîsên bêserber li Libnanê dev ji penaberan bernadin û bi taybet yên çalakvan radestî rejîma Esed dikin.

Rêvebera Beşê Rojhilata Navîn bi wekalet di Human Rights Watch de Lema Feqîh Doh, daxwaz ji desthilata Libnanê kir ku " ti kesekî ji bo Sûriyê dersînor nekin, eger delîveyek ji bo berevaniya xwe ji wan re dabîn neke, herwiha dabînkirina dûrkirina wan ji metirsiya kuştin û işkenceyê û her şêweyên din."

Human Rights Watch di raporteke xwe de tekez kir ku Libnan pabende bi piransîpa yasaya navdewletî derbarê vegerandina bi zorê, ku nahêle ti kes vegere wan cihên ku dibe lê bêne îşkncekirin, yan rastî metirsiyeke rasteqîne bên, yan serderiyeke tûnd yan nemirovayetî yan metirsî li ser jiyana wan hebe.


703