Çarenivîsa hersê peyamnêrên ARK û Rêbaz ne diyar e

Çarenivîsa hersê peyamnêrên ARK û Rêbaz ne diyar e

Mar 17 2022

ARK NEWS... Bi tometên dûr ji rastiyê, milîsên PYDê di binçavkirina rojnamevanan û nediyarkirina çarenivîsa wan de rijd in. ku Ji demekê ve rojnamevan Sebrî Fexrî, ji beriya 40 rojî ve hatiye revandin, herweha herdu rojnamevan Dara Ebbdo û Ehmed Sofî, ku ji 26 rojan ve hatine revandin û hersê nûçegîhanên nûçegîhanê Azadiya Rojavayê Kurdistanê, ARK TV û Rêbaz news in çarenivîsa wan di zîndanên PYDê ne diyar e.

Di hûrguliyên tawanê de, di 19ê Sibata 2022yan de milîsên PYDê rojnamevan Dara Ebdo ji bajarê Hesekê, herweha Ehmed Sofî ji gundê Bane Qesrê yê ser bi bajarê Dêrika yê Rojavayê Kurdistanê ve revandin. Herweha rojnamevan Sebrî Fexrî ku ji 5ê meha bûrî ji bajarê Qamişlo bi tometên dûr ji rastiyê revand, hersê rojnamevan endamên Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê ne û ta niha tu agahî li ser wan tune ne û dengûbasên wan hatine birîn.
Di vê derbarê de Şorvekarê siyasî Menal Hisko dema beşdariya xwe di bultena ARKê de banga serbestderbada hersê rojnamevanan kir.


Ji bilî rojnamevanan bi dehan ji xebatkar di zîndanên PYDê de ne çarenivîsa wan ne diyar e ku Ebdulxefar Mihemed endamê encûmena herêmî di xwecihiya şehîd Nesredîn Birhik de ku di 21ê Nîsana 2021ê de hatiye revandin, ta niha tu agahî li ser wî tune ne.

Ev yek di demekê de tê ku lîsteya ENKSê ya navên revandiyan pêşkêşî fermandariya QSDê kiriye tu zanyarî tune ne, navên di lîsteyê ev in:

1- Serkirde Behzad Dorsin, Endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûriya-Di 24ê Cotmeha.2012an li gundewraê Dêrikê hatiye revandin.

2- Çalakvan Nîdal Osman - Di 24 Cotmeha 2012an li gundewraê Dêrikê hatiye revandin.

3- Parêzer Idrîs Elo-Endamê Rêxistina Efrînê ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûriya di 08ê Mijdara 2011an li Efrînê hatiye revandin.

4- Ehmed Sîdo- Endamê Rêxistina Efrînê ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûriya di 09ê Cotmeha 2013yan li taxa Şêx Meqsûda Helebê hatiye revandin.

5- Fûad Ibrahîm-Endamê Xwecihiya Dêrikê ya ENKS-Di 2 Adara .2017an li gundewarê Dêrikê hatiye revandin.

6- Çalakvan Emîr Hamid-Endamê Rêxistina Soz ya Ciwanên Kurd-Di 11 Çileya .2014an li Dirbêsiyê hatiye revandin

7- Cemîl Bavê Adil-Di 13.Tîrmeha.2012an li Qaimşlo hatiye revandin.

Tevî ku danûstandin navbera ENKSê û PYNKê de dest pê kirine û diyarkirina çarenivîsa girtî û revandiyan merceke serek ye li cem ENKSê ji bo serxistina danûstandinan lê rêveberiya PYDê wê mercê paşguh dixe û ta niha li ser nediyarkirina çarenivîsa girtiyan û kiryarên revandin rijd e.

Ş.E

172