Elmanya.. Şandeke PDK-Sê beşdarî konferansa Kurdên Êzidî de kir.
Şandeke serkirdayetiya Rêxistina Ewropa ya Partiya Demoqrat a Kurdistan - Sûriyê beşdarî di konferansa Kurdên Êzidî de bû, ku ji aliyê Komeleya Kurdên Ewropayê ve li bajarê Koln yê Almanî hat lidarxistin.
Şand bi serokatiya endamê polîtbîrûya partiyê û berpirsê rêxistina Ewropa Nafê Bêro û endamên Komîteya Navendî Ebdul Baset Hemo û Mihemed Seadûn, serbarî Îbrahîm Hacî Reşîd û Genkî Osman pêk dihat.
Nafê Bêro bi navê Partiya Demoqrat a Kurdistan – Sûriyê gotinek pêşkêş kir, û got: Êzidî kurdên resen in û hewl tê dayîn ji neteweya wan bêne ji dûrxistin û divê huşyarî bin ji vî karîn ko tê kirin re.
Serbar kir ko Kurd bi tevî olên xwe yên cuda rastî neheqiyê ji aliyê Îslamê û musilmane ve hatin.
Divê Musliman (Ereb, Turk û Faris) ji ber binpêkirinên ku li dijî wan rabûne lêborînê bixwazin.
Endamê polîtbîrûya Partiya Demokqat a Kurdistanê – Sûriyê helwesta Serok Barzanî ya derbarê Kurdên Êzidî de bilind nirxand.
Di dawiya axaftina xwe de daxwaz ji hikûmeta Elmanyayê kir ku Kurdên Êzidî ji biryara vegerandina beşekî ji welatiyên Iraqê ji bo welatê xwe dûr bixe, ji ber ku deverên wan li Şengalê hîn jî wêrankirî ye û ji aliyê hêzên biyanî ve tê birêvebirin.
Û zarokên wan rastî revandin û leşkeriyê tên.
252
