Hiqûqa kolonyalist / Dîlgirtina 3 peyamnêrên ARKnews û Rêbaznewsê…

Hiqûqa kolonyalist / Dîlgirtina 3 peyamnêrên ARKnews û Rêbaznewsê…

Mar 11 2022

Îbrahîm GUÇLU

Di Dadgeha Asliyê ya Sizayê ya 4.emîn de doza min di 07.03.2002an de hat meşandin. Di encama doza min de dadgehê siza da min. Beriya ku dadgeh min siza bike, min parêznameya xwe ya siyasî û neteweyî pêşkêş kir. Min di lêpirsîna dozgarê Diyarbekîrê û di dirûşmaya yekemîn ya lêpirsînê de jî parêznameya xwe ya siyasî pêşkêş kiribû. Min ew parêznameyên xwe û bûyerên di dadgehê de qewimî bûn, bi raya giştî ya Kurdistanê re parve kir. Loma ez naxazim ku wan mijaran dubare bikim. Bes ez dixwazim çend mijarênn girîng diyar bikim.

1-Min dadgehê dewleta Tirk rewa qebûl nekir. Min gelek aşkere got ku mafên dadgehên Dewleta Tirk tune ye ku kurdan û min dadgeh bikin.

2-Min gelek aşkere diyar kir ku dadgeh hiqûqa dagirkerî û kolonyalîstî ya dewleta Tirk pêk tîne. Loma jî ji bona kurdan ne rewa ye.

3-Min heta dawî nêrînên xwe yên di nivîsa xwe ya malpera Kurdistan24an de hatibû çap kirin, parast. Li dadgehê di parêznameyê de ew nêrînên xwe bi belgeyên dîrokî jî dewlemend kir.

3-Min ji dadgehê beraat nexwest.

4-Min diyar kir ku ev doza di derbarê min de hatiye vekirin û didomîne, divê ku di hiqûqeke xwezayî û demokratîk û normal de nebe. Loma jî vekirin û domandina vê doza ne di cî de ye. Divê ku doz ji holê rabe.
***
Piştî ev nerînên xwe ez dixwazim ku hiqûqa kolonyalîst ya Dewleta Tirk biçekî din zelal bikim. Ji bona vê yekê divê ku di destpêkê de statuya kolonyalîzma Dewleta Tirk tespît bikim.

Gûman tune ye ku dewletek emperyalîst û kolonyalîst dema welatek dagirkir û hukumraniya xwe ava kir, li wan welatan dezgehên xwe ava dike; dezgehên xwe yên leşkerî, civakî, hiqûqî ava dikin. Li welatên dagir dikin, sîstema kolonyalîst ava dikin. Di lîteratura siyasî de jî, ji vê statuyê re te gotin ku sîstema klasîk a kolonyalîst. Di sîstema klasîk ya kolonyalîst de, wek mîsal Îngîltereyê li Hîndîstanê, hebûna neteweya hîndû tune qebûl nekiriye, çand û zimanê hîndûyan qedexe nekiriye. Bes ji bona desthilatdarî û hukumraniya xwe rêvebirên Hîndıstanê yên ku gorî wan Hîndîstanê birêve bibin tespît kiribûn. Yanî ji aliyê îdarî de girêdayî xwe desthilatdariyek ava kirin.

Îngîltereyê hiqûqa xwe jî gor wan şertan ava kir û meşand. Hîndû, ji bona ziman, navê welatê xwe nehatine darizandin û siza kirin.

Li Bakûrê Kurdistanê û heta tevayî li Kurdistanê statuya klasîk ya kolonyalîst jî tune ye. Li Kurdistanê statuyek tune ye. Neteweya Kurd û Kurdistan û hemû hêjayiyên neteweya kurd tune hatine qebûl kirin.

Dewleta Tirk kolonyalîst û dagirker, gor vê hişmendiyê û îdeolojiya fermî ya dewletê li Kurdistanê hiqûqekek ava kir û meşand.

Gor vê hiqûqê di destpêkê de hemû kurd tewanbarên potansiyel in. Her kurdek dema bibêje zimanê min kurdî ye û bi kurdî qise bike; bibêje ku “ez kurd im” û “kurd neteweyek e”; bibêje ku “Kurdistan welatê min e”; “bibêje “ala Tirkan ne ala min e”; bibêja ku “ez mafên xwe yên neteweyî daxwaz dikim”; bibêje “ez merşa xwe ya milî dixwînim û merşa Tirkan ya milî nexwînim; nebêje ku “ez ne Tirk im”, tewanbar dibe. Dadgeh dibe û siza digre. Gorî deman jî giraniya sizayan tê guhertin. Di demên awartê û darbeyan de sizyan kurdan giran dibe.

Dema ku kurd ji bona mafên xwe serhildanê bikin, ew kesên ji serhildanê re pêşengî bikin û ew kesên beşdarı serhildanê bibin tên kûştin, tên îdam kirin. Hiqûqa dewletê dibe hiqûqa qetlîamê, hiqûqa valakirina Kurdistanê, hiqûqa Kurdistan bê kurdkirin e, hiqûqa sirgûna komî ye.

Dadgeh jî gor deman tên ava kirin. Carna dibe “Daghea îstîklalê”, carna dibe “Dadgeha Ewlakarî ya Dewletê, carna dibe “Dadgeha îdareya awarte”, di vê qonaxê de jî “Dadgehên Siwîl” in. Ez jî bi destê “Dadgeha Siwîl” hatim darizandin û siza kirin. Gelek kurd jî di van dadgehan de tên darizandin û siza kirin.

Ew dadgehan hiqûqa kolonyalîst ya dagirkerî tetbîq dikin.

PEYAMNÊRÊN TELEWÎZYONA ARKNEWS-Ê Û AJANSA RÊBAZ-Ê DIVÊ BÊ QEYID ŞERT SERBEST BIBIN…
PKK/PYD, li Rojavayê Kurdistanê li hemberî çapemeniya Kurdistanê demekî dirêj e ku şer dike. Wek tê zanîn demekê buroyên telewîzyona Kurdistan24-an hatin girtin û peyamnêrên wan binçav bûn. Li hemberî peyamnêrên Telewîzyona Rûdawê êrîş kirin û li peyamnêrên wê êşkence kirin. Ew helwesta wan her dem domdar bûye. Di van rojên dawîyê de li hemberî çapemenî, telewîzyon, ajansên Rojavayê Kurdistanê di nav şerekî dijwardan e. 3 Peyamnêrên telewîzyona ARKNEWSê û Ajansa RÊBAZê dîl girtin. Ciyê wan ne diyar e.

Malbatên peyamnêran, kurdperwer, dezgehên wan di nav tirseke mezin de ne ku tiştek bê serê wan û ew bên kûştin.

1-PKK, sedema girtina wan, sixûriya-ajantiya Dewleta Tirk nîşan dide. PKK/PYDê bi xwe xulamên dewletên kolonyalîst yên dagirker; Dewleta Îranê, Iraqê, Sûriyeyê, Emerîkayê, Rûsyayê wekî din in. Lê dixwazin ku ji xwe re hevalan çêkin. Tê zanîn ku PKK di destpêkê de wek dewlet û organîzasyona Dewleta Tirk ava bû, rêxistinên Kurdistanê gelek aşkere li dijî Dewleta Tirk bûn, lê ew wek sixûrên dewleta Tirk nîşan didan. Bi wê sedemê ji bona êrîşên xwe dîmenekî hêsan û rehet pêk dianî..

2-PKK/PYD, dixwaze bi serok, îdeolojî, partiya xwe bibe bi riya ne demokratîk û bi tencama tasfiyaya hemû rêxistinên, xweser hikumran be li ser Kurdan. Wê demê dikare baştir xizmetî dewletên dagirker bike û kurdan tune bike. Loma jî dixwaze ku di çapameniyê de jî bes monopoliya wan û dîktatoriya wan hebe. ARKNEWS û Ajansa RÊBAZê, çapemeniya din ya Kurdistanê û Kurd dîktatorî û monopoliya dişikîne. Lome jî PKK/PYD, li hemberî çapemenî, telewîzyon, ajansên Kurdistanê êrîşker in. Loma jî peyamnêrên ARKNEWSê û Ajansa REBAZê dîlgirtine.

3- PKK/PYD, xizmetkar dewletên kolonyalîst dike. Navê Kurdistanê guhertiye, kiriye Bakûrê Sûriyeyê. Xizmetkara rejîma baasê ye. Leşkerê pereya yên Emerîkayê. Zarokên kurd direvîne, dike leşker. Gendaliyê dike. Dest dide ser mal û mikê xelkê û talan dike.. Kurdistan kiriye cîwarê ereban. Bi awayekî milîtarîst û şidetê îzin nade ku partiyên Kurdistanê xebata xwe bimêşînin. Siyasetvanên kurd û berpirsiyarên partiyên Kurdistanê digre hepis dike û êşkence dike. Buroyên partiyên Kurdistanê û ENKSê dişewitîne.

Lê van rastiyan bi çapemeniya xwe û bi derew û bi manîpulasyonan bi awayekî din nîşan dide. Rastiyan berevajî dike.

Telewîzyona ARKNEWSê û Ajansa Rêbazê, hemû çapemeniya Kurdistanê û Kurd, rastiyan dibêje. Derewên PKKê deşîfre dike. PKK/PYDê vê helwestê ji bona xwe xeter dibîne. Loma li hemberî çapemeniya Kurdistanê êrîşker e. Peyamnêran digre.

4-PKK/PYD, gûman tune ye ku dijminê hemû çapemeniya Kurdistanê ye. EW dixwaze ku hemû çapemeniyê bêdeng bike. Lê ji çapemeniya Rojavayê Kurdistanê ji bona xwe xetertir dibîne. Loma jî payemnêrên ARKNEWSê û Rebazê di bin xeteriyeke mezin dane. Loma jî Hikûmeta Kurdistanê, hemû partiyên beşên Kurdistanê, her kurdek li welêt û li dervayî welêt ji payemnêrên Rojavayê Kurdistanê re xwedî derkevin.

Divê ku ENKSê vê mijarê bigihîne berpirsiyarên Emerîkayê.

Lewra Emerîka û hevpeymanên Emerîka, Franma û hemû dewletên din bi her awayî ji PKK/PYDê berpirsiyar in..

5-Divê ku ev pirsgirêk ji dezgehên navneteweyî yên çapemenî re jî bê pêşkêş kirin. Destwerdana wan riya Emerîkayê bê xwestin.

6- Divê her kurdek daxwaz bike ku PKK/PYDê bê qeyid û şert peyamnêrên ARKNEWSê û Rêbazê serbest berdin.

Diyarbekîr, 11. 03. 2022


Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

555