PYDê bi çi şêweyî be hewl dide jiyana siyasî tune bike

PYDê bi çi şêweyî be hewl dide jiyana siyasî tune bike

Feb 21 2022

ARK NEWS... Bi çi şêweyî be, PYDê li Rojavayê Kurdistanê, hewl dide jiyana siyasî tune bike, û jiyanê li ser welatiyan asteng bike da ku kurdên li ser axa xwe mane jî berê xwe bidin derveyî welêt, û bibe sedemek ji guhertina demoxrafiya herêmê re.

Di her dem û demekê de, kiryarên revandin, binçavkirina rojanemvan, çalakvan û endam û alîgirên ser bi ENKSê ve têne encamdan, bê ku sînorek hebe, berûvajî rojane PYDê kiryarên xwe tundtir dike, û jiyanê li ser şêniyên kurd asteng dike, di çarçoveya çenda rojan çendîn binpêkirin hatine encamdan, hîn jî pêkîner û encamder nehatine sizedan,

Piştî rojekê ji şewitandina otombêla parêzerê kurd Rêzan Elmela li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê , û weke her tawanekê bê vekirina lêkolîn û lêpirsînê, dose hat tewandin, û di berdewamiya afrandina tevlîhevî û cîbicîkirina plana nehiştina jiyana siyasî û qirkirin û tunekirina dengên azad û pênûsên ne li gorî siyaseta PYDê û armanckirina serkirde, endam û alîgirên ENKSê, milîsên PYDê rojnamevan Dara Ebdo ji bajarê Hesekê herweha Ehmed Sofî ji gundê Bane Qesrê yê ser bi bajarê Dêrika yê Rojavayê Kurdistanê ve revandin.

Herdu rojnamevan weke nûçegîhanê ARK TV û Rêbaz News in, herweha endamên PDK-Sê ne, lê bi tometên dûr ji rastiyê hatin revandin, û şêweya ku pê hatine revandin, berûvajî yasa û prensîpan e.

Di hûrguliyên tawanê de jêderên ARKê dane diyarkirin ku 19ê Sibata 2022yan, Milîsên PYDê, bi şêweyekî hovane girtin ser mala nûçegîhanê me herweha nûçegîhanê Rêbaz News, rojnamevan Ehmed Sofî endamê Encûmena Herêmî ya PDK-Sê û endamê sendîkeya Rojnamevanên Kurdistan - Sûriya, da ku wî birevînin, lê ji ber ku Ehmed ne li mala xwe bû, milîsên PYDê li şûna Ehmed kurê wî revand û li cem xwe weke rehîne hişt ta ku Ehemed xwe radest bike, piştî ku Ehmed xwe radest kir, çekdarên PYDê kurê wî serbest berda û rojnamevan Ehemd revand.

Heman demê de, rojnamevan Dara Ebdo ku endamê encûmena şaxî ya PDK-Sê ye, ji bajarê Hesekê hate revandin û dema girtin ser mala Ehmed Sofî, rewş metirsiyê li ba şêniyên gund afrand û dûr ji rewşt û pirensîpan serederî kir û ew revandin, ji bo cihekî nediyar hatine birin ta niha jî tu agahî li ser tune ne.

Ev yek di demekê de tê ku nûçegîhanê me û yê Rêbaz News Sebrî Fexrî endamê komîta herêmî ya PDK-Sê hîn jî revandî ye û dengûbasên wî tune ne û çarenivîs ne diyar e ku di 5ê Çileya 2022yan de li gel Bawer Mela Ehmed nûçegîhanê Yekîtî Mîdiya derngiya şevê û bi şêweyekî dûr ji rewişt û reftaran, herdu rojnamevan revandinbû lê piştî 5 rojan Bawer Mela Ehmed serbst hate berdan.

Çavdêr tekez dikin ku mebest ji kiryarên revandina rojnamevan û çalakvanan qirkirin û tunekirina jiyana siyasî da ku PYDê bi tena xwe di qadê de bimîne, encamên wê dê karesatî bin û heman sînaroya Efrîn û Serê Kaniyê li pêş bajarên din e.

Ş.E

355