Rêxistina Amûda ya PDK-Sê semînarek li ser jiyana xebatkar Mihemed Elî Xoce li dar xist
Feb 20 2022
ARK NEWS... Rêxistina Amûdê ya Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê, Roja Înê 18ê Sibata 2022yan, semînareke li ser jiyana kurdperwer û xebatkar Mihemed Elî Xoce li nivîsgeha PDK-Sê li dar xist.
Semînar bi xuleke bêdeng li ser canê şehêdên kurd û Kudistanê û Mela Mustefa Barzanî dest pê kir.
Semînar ji aliyê Ebdulrezaq Hec Qasim, endamê desteya rawêjkariya PDK-Sê ve hate pêşkêşkirin.
Hec Qasim behsa jiyan, qonaxa kar û xebata Mihemed Elî Xoce weke yek ji damezrînerên PDK-Sê, û rola wî di devera Zaxo dema ku fermandarê hêzên Pêşmergeyan bû kir.
201