Demsala Hinaran li Efrînê

Demsala Hinaran li Efrînê

Oct 06 2018

ARK NEWS...Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê demsala hinaran berev dawiyê ve diçe û ji ber berbelavbûna diziya berhemên çandiniyê li gund û navçeyan û ji ber rewşa şer çotkaran berhemên demsala Hinaran beriya dema wê çinîn û neçar bûn bi nerxekî arzan bifroşin .

Jêdereke agahdar ji nava Efrînê ji ARKê re ragihand ku wek çawa hin berhem li hin gundan hatin dizîn cotkar ji bo ku berhemên hinaran ji diziyê biparêzin neçar bûn beriya dema wê darên xwe biçinin û bi nerxekî erzan li Efrînê firotin.

Derbarê nerxê Hinaran jêderê tekez kir ku yek kîlo bi 50 ta 60 lêreyên Sûrî hate firotin ji ber ku berhem ji Efrînê derneket û rê hemû girtîbûn û bi taybet riya Helebê ew yek bû sedema ku hin çotkar berhemên xwe li gundan û kolanên Efrînê bifroşin .

Jêderê herwiha got ku berewerdî bi pereyên ser guhdana darên Hinaran ji salê ta salê têne xerckirin 50 lêre nerxeke gelekî kêm û eger riya Helebê bihate vekirin wê bi nerxekî baş bihate firotin lewma rastî ziyaneke mezin hatin .

Efrîn ne bitenê bi darên zeytûnan navdare lê belê darên hinaran jî ku li asta berhemên daran di qonaxa duyem de piştî zeytûnan tên û derdora du melyon dar li Çiyayê Kurmênc hene bitaybet li devera Şêrawa gundê Basûtê Bircê Xezawiyê Ên Darê û gundê Başûrê Efrînê .

Beriya şerê Efrînê û deshelatdariya PYDê berhemên hinaran ji bo parêzgehên Sûriyê dihate şandin herwiha beşek ji bo welatên derdora Sûriyê wek Turkiyê û Iraqê û Herêma Kurdistanê jî dihat şandin lê niha ji ber ku riyên derdorê girtîne herwiha di dema PYDê ji ber Efrînê dorpêçkirî bû berhem di nav Efrînê de diman û bi nerxekî erzan dihat firotin .

Ş.E

284