Rizgarkirina Efrînê nêzîk bûye

Rizgarkirina Efrînê nêzîk bûye

Oct 06 2018

ARK NEWS... di her dem û demekê de berpirsên PYDê li kampên derbiderên Efrînê li deverên Şehbayê li Fafîn Hirêtan Dêrcemêl Til Rifet Nibul û Zehrayê Ehrez û gundên Ezazê derdikevin da ku roja rizgarkirina Efrînê destnîşan bikin ku bi wê yekê derziyên bencê li derbideran dixînin , derbiderên ku ji ber şer û pevçûnan reviyabûn da ku bnga mafên xwe di vegera gund û warên xwede nekin , yan herî kêm banga çûna taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya Helebê ew taxên ku bi tenê çend kîlo mitran ji deverên navbûrî ve dûrin nekin .

Ji dema ku kamp ji derbiderê Efrînê re hatine damezrandin û her dem û demekê de gotegotên rizgarkirina Efrînê derdikevin û ya herî dawiyê û di riya otombêlên gerok di nav kolanan de geriyan û bi dengê bilind bang kirin ku rizgarkirina Efrînê di 1/9/2018an de be û bi wê yekê xelk dê vegerin gund û warên xwe .

Piştî 1/09/2018 hin berpirs û kesên bi karê belavkirina gotegotan pê hatiye sipartin careke din di riya wişanên zindî de derketin ku piroseya rizgarkirina Efrînê careke din hatiye paşxistin piştre piroseyên terorî yên li dijî sivîlan wek teqîna dewara Newroz , Qewsa Efrînê , Çata Pêşesaziyê , teqîna Fêsel Qedûra kevin , teqîna riya Raco li xwe bigrin .

Û bi şanaziyek û bi serbilindiyek mezin malperên PYDê wek malpera Hawar û çalakvanên wan li ser torên civakî nûçeya teqînan li xwe digirtin herwihe hin pirose di riya Xedeb Zeytûn re li xwe digirtin nexasim armanckirina cêgirê serokê Encûmena Xwecihî ya navçeya Şera bi behaneya ku hemahengî bi sêxuriya Turkiyê re dikir serbarî her piroseyek bi navê gera duyem ya berxwedana serdemê belav dikirin .

Bi nêzîkbûna werzê Zivistanê û weke rijdbûnekê ser mana wan derbideran di nav kampan de amadekarî ji werzê re têne kirin li gor çalekvan ku wê neşteciyên berdewam bin û herdem pirsa sedema rênedana PYDê ji wan derbideran têne kirin eger nahêlin vegerin Efrînê çima rê ji bo taxên Helebê wek Şêx Meqsûd û Eşrefiyê re nayên vekirin .

Ş.E

303