Serok Barzanî: Pîrozbahiyê li endam û alîgirên PDKê dikim..Serkeftina hemû gelê Kurdistanê ye

Serok Barzanî: Pîrozbahiyê li endam û alîgirên PDKê dikim..Serkeftina hemû gelê Kurdistanê ye

Oct 06 2018

Serok Mesûd Barzanî ji ber serkeftina proseya hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê peyamek belav kir û tê de pîrozbahî li hemû xelkê Kurdistanê û endam û alîgirên PDKê kir.
Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi boneya serkeftina proseya birêveçûna hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê di 30ê Eylûla 2018, pîrozbahiyê li hemû xelkê Kurdistanê dikim û bi helkefta serkeftina Lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê jî pîrozbahiyê li cemawerê serbilind û xweragir û hemû endam û alîgir û kadirên Partiya Demokrat a Kurdistanê dikim. Cihê dilxweşiyê ye ku xelkê di proseyeke demokratîk de dengê xwe dane. Baştirîn rê jî ji bo destbidestkirina desthilat sindoqên dengdanê ye.

Serkeftina proseya hilbijartinê serkeftina hemû gelê Kurdistanê ye, hişyariya siyasî ya xelkê pêş dixe û bandorê jî li ser bilindtirbûna pêgeh û navûdengê Herêma Kurdistanê dike.

Daxwaz ji hemû xelkê Kurdistanê û bi taybetî cemawerê PDK dikim ku di dema derbirîna kêfxweşiya xwe de pêbendî rêbazên yasayî û bextewerî yên welatiyan bibin û xwe ji berdana guleyan û karên neşaristaniyê biparêzin.

Dibe ku gelek kes û partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê rexne û têbîniyên wan li ser hebûna binpêkirin û serpêçî û saxtekeriyê hebin ku li roja hilbijartinê de hatibin kirin. Ji bo vê yekê daxwaz ji Komîsyona Bilind a Hilbijartinan li Kurdistanê dikim ku duvdaçûneke hûr û ciddî ji bo lêpirsîn û binpêkirinan bike û bi tu awayek rê nedin derbasbûna sextekarî û binpêkirinan û rastiyan eşkere bikin.

Mesûd Barzanî”

423