Emerîka êrîşa DAIŞê bo ser zîndana Giwêran li Hesekê şermezar kir
ARK NEWS .. Emerîka êrîşa Çekdarên DAIŞê ya terorist bo ser zindana Sina`a li bajarê Hesekê bi tûndî şermezar kir.
Nîd Birays Berdevkê Wezareta Derva ya Emerîa ragihand ku welatê wî êrîşa DAIŞA terorist bo ser zindana Sina`a li taxa Xiwêran li bajarê Hesekê ku di hezaran çekdarên DAIŞê têdene bi tûndî şermezar kir, û encamdana wê êrîşa teroristî bi hewlekê bi serbestberdana DAIŞIYA ji wê zindanê bi nav kir.
Roja Pêncşema bûrî şanayên razayî yên DAIŞê êrîşî zindana Sina`a li bajarê Hesekê kirin , û e ve 4 rojin û Şerûpevçûnên tûnd navbera QSDê û Çekdarên DAIŞê de berdewam in û di encamê de hejmarek kuştî û dirîndar ketine .
400
