Salvegera 4an ya êrîşa Turkiyê û komên çekdar li ser herêma Efrînê
ARK NEWS... Îro 4 sal li ser êrîşa Turkiyê û komên çekdar li ser herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê re derbas dibin, di rojeke weke îro de, di 20î Çileya 2018an de, operasyona leşkerî ya Turkiyê, bi alîkariya komên çekdar, dest pê kir, êrîşên asmanî û bejayî bi mûşek û rûkêtan û top û tang û ziropaşan li ser navenda bajarê Efrînê û 7 navçeyan Raco Cindirêsê Bilbilê, Şera, Şiyê û Mabeta, û Şêrawa hatin xwar û barandin.
Şer navbera Turkiyê û PYDê de, 58 rojan berdewam kir, di encamê de nêzîkî 400 welatiyên sivîl şehîd ketin, û bi sedan birîndar bûn, û bûne kêm endam û xwedî pêdiviyên taybet.
Li ser asta qurbaniyên leşkerî, bi hezaran ji keç û xortan herêmê bûne qurbaniya şerê encam diyarkirî û şehîd bûn. Herwiha bi sedan ji navend û dezgehên hikûmî û xizmetguzarî wek dibistan, nexwşxane, mizgeft, û jêrxane û avahî û malên sivîlan hatin wêrankirin û rûxandin.
.
Di 18ê Adara 2018an de ango, piştî 58 rojan, girûpên çekdar derbasî navenda Efrînê bûn, ji wê demê ve, weke kuliyên zeviyan, dest bi dizî, û talankirina mal û milkên Kurdan kir, bi hezaran ji dukan, cihên bazirganî, kargeh, guvajgeh, û kargehên bîrînê, otombîl û mator, û terktor, heta ku kelûpelên nav malan ji xwe re dizîn, û desteserkirin.
Ji bilê wê yekê berdewamî li ser karê nemirovî û dûr ji rewişt û pirensîpan kir, ji kiryarên kuştina bi eşkenceyê de, revandin, binçavkirin, xwestina pereyan li hember berdan girtiyan, heta bi arastekirina tometên dûr ji rastiyê li ser şêniyên herêmê, da ku bigihin encamên xwe, û gujmeyek ji dolaran bi dest xwe ve bînin û fişarê li sr kuran biafrînin.
Di çarçoveya 4 salan bi dehan ji welatiyên sivîl bê sûc û guneh, di zîndanên çekdaran de, rastî eşkenceyê hatin û şehîd bûn. herwiha bi dehan termên kurdan li ser zeviyan hatin dîtin, bê ku vekolên û lêpirsîn were kirin, û tawan li dijî nenasan katin tomarkirin.
Herwiha bi dehan ji welatiyên sivîl rastî girtina ser malan û êrîşên ji nişkêve hatin, lê dema berevanî di ber xwe de dikirin, rastî guleyan dihatin û şêhîd dibûn. Bi dehan kal û pîr û welatiyên bitemen bi bê sûc hatin şehîdkirin. Hîn jî tawanbar û kujer serbest û azad in, û nehatine dadgehkirin.
Li aliyekî din, pîlana pilankirin li ser guhertina demoxrafiya herêm danîn, û ew pilan kete warê cibicîkirinê de, bi dehê hezaran ji malbatên ereb, li şûna malên kurdan de bi cî bûn. Li hember wê de, PYDê kurdên Efrînê weke dîl di kampên Şehbayê de hiştin û ta niha berdewam e, li gor amarên fermî ku derdora 300 hezar kes, ji kurdên resen ji dema şer de, ji malên xwe bi der ketin, û nav kon û kampan de bi cî bûn. Piştre ji ber kiryarên nemirovî, roj bi roj rêjeya ereban zêde bû, û Kurd ji ber kiryarên çekdaran neçar bûn derkevin, Di encama wê yekê Efrîna ku ji 100/ 98 Kurd bû, ji 100 bi tenê 40 yan jî kêmtir maye.
Serbarî wan kiryar û tawanan, rojane bi dehan Kurdên resen hatin û tên revandin, li gor rêxistinên Mirovî û çalakvanan ku ta niha bêtir 4000 kes hatiye revandin, piraniya wan li hember pereyan hatine serbestrberdan,
Lê hîn jî çarenivîsa bi sedan ne diyar, û tu ahagî li ser wan tune ne. Bi tenê hatiye ragihandin ku, goreke bikom li zîndanên çekdaran de hatiye dîtin, lê hîn nehatiye ragihandin û eşkerekirin. Û hemû curên tawan û eşkenceyan li ser revandiyan tê birêvebirin.
Sirûşta Efrînê bê par ji tawanan nema, bi hezaran ji darên biber û bêber û darên merxan û daristanan, ji aliyê çekdar û ereban ve hatin birîn û şewitandin, û ji xwe re kirin êzing, û bazirganî pê kirin.
Herwiha di sedan cihên şûnwarî û kevnar ji aliyê wan girûpan ve hatin dizîn û desteserkirin, û bi hezaran ji zeviyên çandiniyê bi mebesta derxistina zêr û zîv û şûnwaran hatin kolandin, û têkbirin,
Dûr ji rêzgiritina ol û mezheban, goristan û navendên olî yên îslam û êzîdiyan bin pê kirin û xelk ji bikaranîna daponerîtên xwe qedexe kirin.
Ji bilî astengkirina jiyan xelkê û sepandina bacan, di her dem û demekê teqînên terorî rû didin û bi mûşekan tê armanckirin, tê de sivîl dibin qurbanî, herweha komên çekdaran bi hev diketin û rewşeke tevlîhevî dirust dikirin. Tevî wê yekê û binpêkirinên çekdaran û rêgiriya PYDê bi sedan malbat vegeriyan Efrînê û kampên Şehbayê bi cî hiştin û berê xwe dan zêdên xwe.
4 sal li ser destpêkirina şer re derbas bûn, li şûna ku rewş aram bibe, berûvajî wê yekê pêla binpêkirina zêde dibe û roj bi roj nasnameya Efrînê ya kurdî tê qirkirin û bi nasnameya erebî tê guhertin, lê siyasetmedar tekez dikin ku çareseriya Efrînê di vegerê de ye û xwedîderketina li mal û mûlkên xwe ne.
Ş.E
256
