Dr. Ebdulhekîm Beşar: Aliyên daxwaza rakirina PKKê ji lîsteya terorê dikin, beşek jê ne
ARK NEWS... Cîgirê serokê Hevpeymaniya Niştmanî ya Opozisyona Sûriyê ragehand ku aliyên daxwaza rakirina navê PKKê ji lîsteya terorê li ser asta Navdewletî dikin, ew beşek ji wê rêxistina terorî ne yan jî bi ser ve ne.
Dr. Ebdulhekîm Beşar endamê polîtbîroya PDK-Sê û cîgirê serokê Itlafa Niştmanî ya Opozisyona Sûriyê di lêdwanekê de berisva piropagendaya pirojeya, ku niha li Rojavayê Kurdistanê û rojhelatê Feratê ji bo fişarê li ser rêxistinên civaka sivîl ji bo îmzekirinê li ser lîsteyekê û daxwazê ji civaka Navdewletî bi rakirina PKKê ji lîsteya terora Navdewletî da.
Beşar ev hewl şermezarkirin û di vê derbarê de, got ku ew kes û aliyên daxwaza rakirina navê PKKê ji lîsteya terorê dikin, yan beşdariyê di wê lîsteyê de bikin bi xwe jî pirsgirêkên wan yên ewlekarî û jiyana rojane, ku gefê li ser hebûna wan û malbatên wan û seqamgêriya wan dike hene, û pêwîst bû daxwaz Ji PKKê kirbaye destwerdanê di karûbarên kurdên Sûriyê de neke û ji Sûriyê derkeve, ne kar li ser mana wan li Rojavayê Kurdistanê di rêya bangê wisa re bikin.
381
