Hunermend Mihemed Elî Şakir... Jiyan û xebata hunerî

Hunermend Mihemed Elî Şakir... Jiyan û xebata hunerî

Dec 24 2021

ARK NEWS... Beriya salekê, di 24ê Berçileya 2020an, stêrek ji stêrkên hunera kurdî li Rojavayê Kurdistanê koca dawî kir.

Hunermend, sazbend û hozanvanê kurd yê mezin Mihemed Elî Şakir li nexweşxaneyekê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê piştî ku bi nexweşiya vayrosa koronayê ket, koca dawî kir.

Mihmed Elî Şakir, jidaykbûyê bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê ye, sala 1946an hatiye dunyayê. Li gel malbata xwe berê xwe da bajarê Serê Kaniyê û li wir neştecî bû ji malbateke oldar bû, xwedan dengên zelal di gotin û pêşkêşkirina sirûdên olî de bû.

Sazbendê kurd Mihmed Elî Şakir, dercûyê zanîngeha Helebê, beşê zimanê îngilîzî ye, ku yek ji kaniyên Serê Kaniyê nav lê hatbû kirin, dema bihtir 50 salan e dest bi karê xwe yê hunerî kiribû, xwedanê bihtir ji 300 helbestî ye ji gotin û sazbendiya wî ne. Hunermendên kurd jê strane, derdora 170 ji helbest û hozanên wî birayê wî hunermend Mihemûd Ezîz Şakir kirine stran, 30 jî wî bi xwe bi dengê xwe gotine.

Hunermend û hozanvanê kurd, Mihmed Elî Şakir hejmarek mezin ji helbestên netewî li ser kîmiyabarana Helbçe û enfal, herweha li ser xebatkar têkoşera kurd Leyla Qasim jî nivîsandiye.

Piştî êrîşa Turkiyê li ser bajarê Serê Kaniyê Mihmed Elî Şakir jî weku hemî wlatiyên, bajarê xwe bi cî hêla, û berê xwe da bajarê Qamişlo , xewn û hêviya wî ew bû, ku aramî vegere bajarê xwe û careke din ew vegera û jiyana xwe li wê de rê berdewam bike, li qedera wî ew bû ku dûr ji bajarê xwe koça dawiyê bike û dût ji zêdê xwe bi xak were spartin.

593