PKK, çima serokê Dengê Kawayê Ferîd Ûzûn şêhîd kir?

PKK, çima serokê Dengê Kawayê Ferîd Ûzûn şêhîd kir?

Nov 29 2021

Îbrahîm GUÇLU

Beriya 43 salan, di 22.11.1978an de li Kurdistanê û Sîweregê ewir tarî bû, stêrkek bi destên terorîstan û kurkûjan û dijminên Kurdistanê yên barbar û vandalîst hat şêhîd kirin. Dema ku hat şêhîd kirin hevjîna wî ya cîwan li cem wî bû û keça wî jî di hembêzea dayika xwe de, di xew da bû. Ew kurdperwera Ferîd Ûzûn bû; ew kurdpewerekî hêja û evîndarê Kurdistanê û neteweya kurd bû.

Em di 22.11.2021an de li ser mezelê Ferîd Ûzûn bûn. Ez li ser mezelê wî gelek xemgîn bûm. Di derheqê wî de min wek hevalekî wî yê li Enqereyê û DDKOyê û hepisa Leşkerî axivtinek kir.

Ez di serekrêza meqelaya xwe de dipirsim û dibêjim ku “PKK, çima serokê Dengê Kawayê Ferîd Ûzûn kûşt û şêhîd kir?”. Ji bona ku ez vê pirsê bersîv bikim û xwendevanên min ji bona ku vê pirsê di serê xwe de zelal bikin, divê ez birêz Ferîd Ûzûn bidim nasandin.

Bersîva pirsa min di hemandem de PKKê jî dide nasandin, qerektera PKKê carek din derdixe holê.

SÎWEREG Û PÊWENDIYÊN WÎ YÊN LI SÎWEREGÊ.

Ferîd Ûzûn ji Sîweregê ye. Sîwereg di dema Împeratoriya Osmanî de bajarokeke bi Diyarbekîrê re girêdayî bû. Sîwereg, piştî Kemalîstan desthilatdarî girtin destê xwe û navê dewletê bû “Dewleta Komarî ya Tirk”, bi Rûheyê re hat girêdan. Lê Sîwereg bi gelek taybetiyên xwe û bi danûstandinên xwe dişibe taybetiyên Diyarbekîrê. Loma jî Sîweregî nabêjin ku “em Rûheyî nî”. Sîweregî ana dibêjin “em Sîweregî ni” û an jî dibêjin ku “em Diyarbekîrî nî”.

Sîwerek li Kurdistanê bajarokeke bi navûdeng e. Lewra ji destpêkê ve Sîweregê xwendevanên wê gelek zêde ne. Loma jî Sîwereg di dema Komara Tirkiyeyê de bi taybetî piştî salên 1960î bû navendeke tevgera çep û kurdperwerî. Ferîd Ûzun hevbajariyê gelek kesên navdar yên Kurdistanê û Sîweregê ye.

Ferîd: Hevbajariyê qadi-parêzer Elî Karahan e. Elî Karahan di doza 49-an de bi Seîd Elçî, Ziya Şerefxanoglû û gelek xwendevan û rewşenbîrên kurd ve hat darizandin û ciza kirin. Ew kurdperwerekî delal û evîndarê Kurdistanê bû. Wî pêşî qaditî kir û pişt re jî parêzerî kir.

Ferîd: Hevbajariyê Faîq Bûcak e.

Fail Bûcak, qadî û parêzer bû. Piştî Derbaya Leşkerî ya 27ê Gulana 1960î bi 600 karbidest û mezinên Kurdistanê re li Qempa Siwasê dîl hat girtin û hepis bû. Piştî jiyana qampê jî bi 55 karbidest û mezinên Kurdistanê re sirgûnî herêma Tirkan bû. Faîk Bûcak, serokê giştî yê PDKTê bû. Dostekî nêzîk yê Tevgera Rizgarîxwaz ya Başûrê Kurdistanê û Serokê nemir Mele Mistefa Bazranî bû. Di sala 1966an de ji aliyê dewletê ve hat kûştin û şêhîd kirin.

Ferîd: Hevbajariyê Parêzere Mustafa Remzî Bûcak e.

Mistefa Remzî Bûcak, demekê di Meclîsa Tirkan de parlamenter bû. Piştî ku jiyana wî wek kurdekî ket xeteriye, dest ji Tirkiyeyê berda çû li Emerîkayê cîwar bu. Dema ku li Emerîkayê bû, ji şefê milî û faşîst Îsmed Înonu re nameya xwe ya bi navûdeng nivîsand. Di wê nameya xwe federalbûna Tirkiyeuyê pêşniyuar kir. Daxwaz kir ku Kurdistan jî û neteweya kurd jî bê nas kirin. Kurdistan jî bibe welatekî federe. Li Emerîkayê jiyana xwe ji dest da. Ew li Sîweregê binax bû.

Ferîd: Hevbajariyê Necmedîn Buyukkaya ye.

Necmeddîn Buyukkaya, damezrênêrê DDKO ya Stenbolê bû, Di hemandem de bû serokê DDKO ya Stenbolê. Piştî ku Dr. Şivan û hevalên xwe ji di derbarê kûştina Serokê PDKTê Seîd Elçî hat darizandin û darve kirin, wî jî piştî reorganîzasyona Partiya Dr Şivan di serokatiyê de cî girt. Ew kesekî Kurdistanî bû. Yekîtiya Kurdistanê diparast. Dostê YNKê bû, Ji YNKê re alîkariyên mezin pêk anî. Di sala 1984an de dema Derbaya Leşkerî ya 12ê îlona 1980yî di hepisxaneya leşkerî de bi êşkenceyê hat şêhîd kirin.

Ferîd: Pismamê nivîskar Mehmed Ûzûn e.

Mehmed Ûzûn, di hemandem de hevalê Mehmed Ûzûn yê hepisê ye. Ez û wan jî, em hevalê hev yên hepisê nî. Ew jî bi me re damezrênêrê Tevgera Komal-Rizgarî-Ala Rizgarî ye bû. Mehmed Ûzûn demekî dirêj jiyana xwe li Swêdê meşand. Li Swêdê dest bi nivîskarî kir.

Gelek pirtukên bi gelek cûra/babet, bi kurdî nivîsand. Hezar mixabin wî gelek zû jiyana xwe ji nexweşiya pençeşêrê dest da.

Ferîd: Xalê nivîskar paşa Ûzûn e.

Ew jiyana wî ya li Sîweregê û pêwendiyên wî dibe sedem ku ew fikrên kurditî bipejirîne û bibe ciwanekî kurdperwer.

JIYAN Û PERWERDE Û TÊKOŞÎNA FERÎD ÛZÛN YA KURDPERWERÎ

Ferîd, li Sîweregê dibistana xwe ya destpêkê, dibistana navîn, bakeloriya (lîse) diqedîne. Di dibistanê zarokekî gelek serkeftî ye. Dema ku Ferîd bakeloriyê diqedîne dikeve bin bandora fikrê kurdperwerî. Dest bi tambûrê dike. Bi folklora kurd û zimanê kurdî re eleqeya wî xurt dibe. Wê demê dest pê dike helbest jî binivîsîne.

Ferîd, piştî ku bakeloriya (lîse) diqedîne ji bona zanîngehê dikeve ezmûnê. Zanîngeha Zîraetê qezenç dike. Li Enqereyê dest bi Zanîngeha Zîraetê kir. Wê demê ez jî li Zanîngeha Hiqûqa Enqereyê xwendevan bûm. Min Ferîd di sala 1969an de nas kir. Wê demê jî li Enqereyê di nav xwendavanên Kurd yên zanîngehan de şiûra kurdewarî û kurdperwerî pêş diket. Ciwanên kurd xebata xwe ya kurd û neteweyî bi gelek awayê rêxistinî dimeşandin.

Xxwendevanên kurd yên li zanîngahê di encamê gihîstin wê nêrînê ku rêxistineke kurdî û serbixwe û kurdên kurdperwer yên xwediyê fikrên cûda re ava bibe. Di encama xebateke fireh û, dûrûdirêj û bi plan di sala 1969an de DDKO (Ocaxa Çanda Şoreşger ya Rojhelatê) ava bû. Ez jî bûm damezrênêrê DDKOyê û endamê Koömîteya Birêvebir ya DDKOyê di qonaxa damezrandinê de. Di Komcivîna yekemîn de jî bûm serokê DDKO ye. Ferîd Ûzûn jî bû xebatkar û endamê DDKO ye.

DDKOyê ji bona hebûna neteweya kurd û mafên neteweyî xebat dikir. Ji bona vê jî gelek cure xebat pêk dianî. Ji bona ziman û çanda kurd dixwest ku xebatên xwe pêş bixe. Folklor jî cûrexebateke çanda kurd ya DDKOyê bû. Ferîd Ûzûn jî, ji bona folklorê di komeleyê de xebat kir. Ciwanên kurd fêrî folklorê dikir.

Dema Derbaya Leşkerî ya 12ê Adara 1971an hat li dar xistin; biryara girtina DDKOyên li metropolan û li Kurdistanê hat dayîn. Bi girtin û qedexekirina DDKOyê, damezrênêr, berpirsiyar, beşek endamên DDKOyan jî hatin girtin û hatin hepis kirin.

Beriya Derbaya Leşkerî jî li hemberî DDKO ya Enqereyê operasyon pêk hatibû û em gelek berpirsiyar hatibûn girtin. Dema Derbaya Leşkerî hat li darxistin em li Enqereyê di hepisa siwîl de bûn.

Dema ku girtin û hepiskirina damezrênêr, berpirsiyar, endamên DDKOyê pêk hat; Ferîd Ûzûn jî hat girtrin û hepis kirin. Ew jî anîn hepisxaneya leşkerî ya Diyarbekîrê.

Wî di hepsê de li ber xwe da. Di dadgehê de parêznameyeke siyasÎı pêşkêş kir: Mafên neteweyî yên neteweya kurd û mafê çarenivîsiya neteweya kurd parast.

Di encama darizandinê de 13 sal 4 meh cizayê hepisê û ji çar salan zêdetir jî cizayê sirgûnê wergirt.

Wî di hepsê de kurdiya xwe ya nivîsandinê pêş xist. Helbest nivîsand. Li dijî Yekîtiya Sovyetan wê demê helbest nivîsand. Di hepsê de jî xebata xwe ozanî û folklorî jî meşand.

Di sala 1974an de bi bi qanûna efa giştî, ew jî, ji hepisê serbest hat berdan.

Di hepisê de li dijî Yekîtiya Sovyetan, ji bona ku Yekîtiya Sovyetan ji Rejîma Baasê ya Iraqê bibû alîkar li dijî kurdan di sala 1974an de şer kir, ew bû xwediyê helwestekê.

Ferîd Ûzûn piştî ji hepisê azad bû, dibistan qedand û bû endezyarê zîreatê. Pêşî li Hîlvanê û pişt re jî li Sîweregê xebata xwe endezyarî meşand.

Piştî ji hepisê derket li mala xwe runenişt, dest ji xebata kurdperwerî ber neda. Li Bakûrê Kurdistanê bi awayekî profesyonelî beşdarî xebata rêxistinî û siyasî ya tevgera neteweyî bû. Rêxistinek bir gurubek hevalên xwe ve ava kir. Navê rêxistina wan: Dengê Kawa bû.
Dengê Kawa, rêxistineke Kurdperwer bû. Serxwebûn û yekîtiya Kurdistanê diparast.
Rêxistineke sosyalîst Maoyî bû.
Ferîd Ûzûn jî serxwebûn û yekîtiya Kurdistanê diparast. Ew helwest û xebata wî bala Dewleta Kolonyalîst ya Tirk jî dikişand.


FERÎD ÛZUN ÇIMA BI DESTÊ PKK-Ê HAT KUŞTIN…

PKKê piştî bi destê Dewleta Kemalîst ya Tirk li hemberî Tevgera Netewe ya Kurdistanê û Rêxistinên Kurdistanê û gelê Kurdistanê ava bû, hemû rêxistin û partiyên Bakûrê Kurdistanê, serokên wan, berpirsiyarên wan, endam û piştgirên wan, hemû karbidestên Kurdistanê û gelê Kurd dijmin îlan kir. Ji bona ku wan jı holê rake dest bi teror û kûştinê kir.

Di destpêkê xwest ku serokên rêxistin û partiyên Bakûrê Kurdistanê bikûje û ji holê rake. Ferîd Üzûn jî, ji bona ku serokê rêxistina Dengê Kawa bû, ji aliyê PKKê ve hat kûştin û hat şêhîd kirin.

PKKê ji bona ku Tevgera Bakûrê Kurdistanê û Neteweya Kurd ji armanca serxwebûn û dewletbûnê dur bikeve li dijî hemû kurdan û rêxistinên wan şer îlan kir. Li hemû kurperweran şidet û teror bi kar anî. Ferîd Ûzûn ji bona ku kurdperwer û parêzvanê serxwebûn-yekîtiya kurdistanê bû hat kûştin.

PKKê, li Sîweregê Tevgera Çep û Kurdistanî gelek xurt û kîtlewî bû. Ji bona ku ev tevgera belav bibe û terorîze bibe Ferîd Ûzûn kûşt ku di nav tevgera neteweyî ya Kurdistanê de dijitî û dijminatî xûrt bike. Lewra wê demê di navbeyna kurdên Yekîtiya Sovyetan û kurdên Maoyî dijminitîke xurt hemû. Ferîd Ûzûn kûşt ku di navbeya Tevgera DDKDê û Dengê Kawa de şer derkeve.

PKK, ji bona ku kurdan tune bike, li hemberî karbidestên û gelê Kurd şer kir. Di navbeyna eşîretan de şert gûr kir. Nekokiya civakî xûrt kir. PKKê bi kûştina Ferîd xwest ku di navbeya Bûcaxiyan û Birodîrêjan û hemû eşîretan de şer derkeve.

Dema k udi ev plana xwe bi serneket, raste rast Celal Bûcak kir armanc û xwest ku wî bikûje. Lê nikarî. Lê ew sûîqasta bû sedem ku di sala 1979an de li Sîweregê di navbeyan rêxistinên Kurdistanê û Bûcaxiyand e şer çê bibe. Nêzikî hezar kurdperwer û kurd bên kûştin.

PKK-Ê DIVÊ BÊ DADGEHKİRİN Û CIZA KIRIN Û TASFIYE KIRIN

PKKê, piştî Ferîd Ûzûn kûşt û şêhîd kir. Bi destê PKKê bi deh hezaran kurdperwer û karbidest û pêşmergeyên Kurdistanê hatin kûştin.

PKKê qonaxa em têde dijîn li hemû beşên Kurdistanê û li dinyayê ji bona neteweya kurd û kurdan û kurdperweran xeteriyeke mezin e. Wek aparateke dewletên kolonyalîst li hemberî kurdan tevdigerin.

Ji bona ku aparata dewletên dagirker e, ji dewletan xetertir û xirabtir karan li Kurdistanê pêk tîne. Bi taybetî jî li hêlîna hemû kurdên dinyayê Dewleta Federe ya Kurdistanê dixwaze xirab bike û ji holê rake.

Divê hemû kurd li ser xeterita PKKê raweste. Ji bona ku xeteriya PKKê û PKKê tasfiye bike dest û mil bidin hev.

Diyarbekîr, 26. 11. 2021











Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

727