Belavokek derbarê demsala zeytûnan li Cindirêsa Efrînê derket .

Belavokek derbarê demsala zeytûnan li Cindirêsa Efrînê derket .

Oct 02 2018

ARK NEWS .. Encûmena Xwecihî ya navçeya Cindirêsê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê belavokek giştî derbarê karê birêveçûna guvajgehan û para encûmenan û xwediyên kargehan belav kiriye.

Di wê belavokê de 5 xal hatine destnîşankirin wek merc li ser xwediyên guvajgehan hatine sepandin

Yekem nabe zeytûnên cotkarên Efrînê werin hêrandin eger belgeyek ji Encûmena Xwecihî de tunebe

Duyem divê alîkariyek baş bi nûnerê Encûmena Xwecihî ya ku hatiye destnîşankirin re were kirin .

Siyem 15% ji berhemên cotkaran wê were birîn û 5% ji bo guvajgehan ango kargehên zeytûnan herwiha 10% ji bo Encûmena Xwecihî ne .

Çarem her nepabendiyek kesê pê rabibe dê were sizedan û rêkarên yasayî û abûrî dê were sitandin .

Pêncem rêkefta bikaranîna guvajgehan wê ji yekê heyvê destpê bike ango 1/10/2018 .

Beriya demekê jî Encûmena Xwecihî ya navçeya Şiyê û Bilbilê belavokek derbarê vê yekê de derxistibû .

Tevê wê yekê hîn para çekdaran nehatiye xuyakirin lê beriya demekê di 12 miha 8 Fewzî Hesen cêgirê serokê Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê ji ARKê re ragihandibû ku di encama civîna endamên Encûmenên Xwecihî yên Efrînê û berpirsên Turkiyê li Efrînê para çekdaran ji sedî 10 hatine destnîşankirin lê çekdaran sedî 25 xwestibû lê ew yek nehate pejirandin .

Li gor jêderên taybet ku ji duh ve hin guvajgeh ketine warê kar de û amedekariyên xwe ji bo hêrandina zeytûnên qonaxa yekem ango zeytûnên berhevkirî yên ku ji daran de hatine xwar kirine da ku di demeke nîzîk de qonaxa duyem ji hêrandê dest pê bike .

Ş.E

406