Bijardeyên pêşbînîkirî li pêş Rojavayê Kurdistanê çi ne?

Bijardeyên pêşbînîkirî li pêş Rojavayê Kurdistanê çi ne?

Nov 16 2021

ARK NEWS... Ji dema ku Turkiyê gefa encamdana operasyoneke leşkerî nû daye, ta roj weke îro ji bilî rewşeke tevlîhev li cem şêniyên Rojavayê Kurdistanê çê kiriye, çarenivîs beşê mayî yê Rojavayê Kurdistanê ne diyar e û çavdêr didin diyarkirin ku sê bijarde hene, ew jî vegera rêjîmê, yan derbasbûna Turkiyê yan jî eger danûstandin navbera ENKSê û PYNKê de bi ser kevin, ew dever dê di bin hejmûna Emerîkayê de bimînin û metirsiya vegera rêjîm yan derbasbûna Turkiyê dûr dikevin.

Hin jêderên turkî dane zanîn ku operasyona turkî hate rawestandin ji ber ku danûstandin navbera Turkiyê, Rûsiya û Emerîkayê de berdewam dikin, lê hîn gişara ragihandinî berdewam ku dê operasyonê encam dibe, nexasim ji aliyê komên çekdar ve ku di amedebaşiyê de ne li benda çira kesk in.

Fadî Merî serokê nivîsgeha peywendiyên giştî ya Şepêla Pêşeroja Kurdî li Sûriyê di vê derbarê de da zanîn ku egerek mezin ku ku rêjîm veger ji ber doseya Sûriyê êdî bi destê Rûsiyê de ye, Rûsiya dixwaze rêjîm veger her deverekê. Ji aliyê xwe Nûrî Birîmo di lêdwaneke xwe ji bo ARKê tekez kir ku sînaroya vegera rêjîmê ne dûr e, lê Turkiyê Kobanê û Munbicê ji rêjîmê re bernade.

Siyasetmedar dibînin ku eger danûstandin navbera aliyên kurdî de bi serpireştiya Emerîka bi ser kevin ev sînaryo dubare karesate Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî namînin di bibe hêrêmeke hejmûna Emerîkayê.

He di vê derbarê de Fermandarê QSDê Mezlûm Kobanê ji kenla Elerbiyê re piştrast kir re nahêlin rêjîm vegere herwehe Nûrî Mehmûd jî berdevkê YPG anî ziman ku ew ê bi straticiyeke nû berevaniyê bikin û her êrîşek were encamdan nexasim ji aliyê Turkiyê ve ew ê berxwedanê bikin.

Berûvajî van daxuyaniyan, Ji bilî hevseroka MSDê Îlham Ehmed ku dabû zanîn ku di mijara Efrînê de şaş bûn û divê bi diyalogê şareser bihate kirin, Riyad Dirad ku hevserkê MSDê ye, got ku dema şerê Efrînê de şaş bûn.

Tevî ku jêderên Turkî tekez kirin ku amedakariyên operasyonê hatiye rawestandin, lê dîsa jî metisiyeke cidî heye ku sînaroya Efrînê dubare bibe ji ber ku PYDê herdem buhaneyan dide ber destê Turkiyê ku PKKê li Rojavayê Kurdistanê ye, ew jî cihê nedilrihetiya Turkiyê ye û kar dike ku wan metirsiyan li ser sînorê xwe nehêle.

Ş.E






468