Nûnerê NY: Hilbijartina Kurdistanê serkeftî bû

Nûnerê NY: Hilbijartina Kurdistanê serkeftî bû

Oct 02 2018

Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî Jan Kubis kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan li ser birêveçûna hilbijartinên Kurdistanê pîrozbahî li Serok Barzanî û xelkê Kurdistanê kir.

Îro Dûşema 01.10.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Jan Kubis Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî kir.

Di civînê de Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî, xweşhaliya xwe bi birêveçûna hilbijartina Paralamentoya Kurdistanê diyar kir û pîrozbahî li Serok Barzanî û xelkê Kurdistanê kir û ev hilbijartin bi proseyeke serkeftî da zanîn.

Herwiha, Jan Kubis, rêjeya beşdariya xelkê Kurdistanê di vê hilbijartinê de wekî nîşaneya rewşenbîriya siyasî ya xelkê Kurdistanê nîşan da

Herwiha nirxandin û birêveçûna serkeftiya hilbijartinê jî wekî nîşaneyekî girîng a parastina bingehên demokrasiyê li Herêma Kurdistanê da xuyakirin.

Her di vê civînê de pêşhatên siyasî yên dawî yên di nav proseya siyasî ya Iraqê de û hengavên dirustkirina hikûmeta nû ya Iraqê û rola Herêma Kurdistanê ya di vê derbarê de, nirxandin.

1008