PYDê 500 dolar hember vegerandina nasnameya 1500 YPGê sepandiye .
ARK NEWS.. Piştî ku şer li Efrînê rawestiya û PYDê ji Efrînê derket çekdarên ku tevlî YPGê bûbûn nasnameyên wan jê hatibûn sitandin û radestî aliyên PYDê yên berpirs kiribûn û dema dixwazin nasnameyên xwe vegerînin berpirsên PYDê di riya bazirganan re pere li hember vegerandinê disepînin .
Jêdereke taybet ji kampa Fafînê ji ARKê re ragihand ku berpirsên PYDê li kampên derbiderên Efrînê li derdora Helebê mercê sepandina pereyan li hember vegerandina nasnameya çekdarên YPGê daniye .
Û li hembera vegerandina nasnameyên çekdarên ku tevlî wan bûbûn 500 dolar sepandiye û bi bê dayîna pereyan nasnameya wan ya Sûrî venegerîne
Jêderê serbar kir ku derdora 1200 ta 1500 nasnameya Sûrî li cem berpirsên PYDê ne û 500 dolar wek mercek ji bo vegerandina nasnameyê sepandine .
Jêderê tekez kir ku kesên ji PYDê ve nêzîk karîbûn nasnameya xwe bi bê pere vegerîne lê hijmarek mezin di riya bazirganan re li benda vegerandina nasnameya xwe ne .
Li alîyekî din li gor agahiyan ku berpirsên PYDê hijmarek nasname bi navê pêşkêşkirina alîkariyan ji derbiderên Efrînê standine û ta niha nasname ji wan re nehatine vegerandin ku ew jî ji bo rêgirî û dirustkirina astengî ji bo vegera xelkê Efrînê ji bo gund û warên xwe ne .
Berpirsên PYDê li kampên derbiderên Efrînê di binpêkirinên xwe de berdewamin û rêgirî li pêş vegera xelkê dirust dikin û nahêlin xelk vegerin Efrînê û herdem û demkê de gotegot rizgarkirina Efrînê derdixîne û bi wê yekê xelkê li wan kampan ji xwe re û li gor berjewendiya xwe bikar tîne .
Ş.E
923
