
Sê ji yek malbatê di deryaya Turkiyê de binav bûn û jiyana xwe ji dest dan .
ARK NEWS ... Sê kes ji yek malbatê dema berê xwe didan Ewropayê di deryaya Turkiyê de binav bûn û jiyana xwe ji dest dan .
Li gor agahiyên ARKê ku di 29/9/2018 her yek ji Nêçîrvan Ebdulhemîd Hiso û hevjîna wî Dunya Ebdula Osman û xwişka Nîçirvan Hingivîn bi şevê di deryaya Turkiyê binav bûn û jiyana xwe ji dest dan.
Nêçîrvan Hiso xelkê Qamişlo ye û hevjîna wî Dunya xelka gundê Gulîçê yê Dêrikê ye û neşteciyên kampa Faydiyê ya penaberên Rojavayê Kurdistanê bû.
Belema ku hersê navbûrî têde bûn 10 kes bûn bi tenê sê kes rizgar bûne û heft kes jiyana xwe ji dest dane û ta niha nasnameya çar kesên din nehatine xuyakirin .
Ş.E
924