22 sal in, Ednan Dilbirîn hunermendê Çiyayê Kurmênc koça dawî kiriye

Nov 06 2021

ARK NEWS... 22 sal li ser koçadawiya hunermendê Çiyayê Kurmênc - Efrîna Rojavayê Kurdistanê - hunermend Ednan Dilbirîn re derbas bûn ku yek ji hunermendên bi rol û bandor li ser asta Efrîn û Rojavayê kurdistanê ye, ku bandora wî ne kêmtir e ji hunermendên Efrînê wek Cemîl Horo, Bavê Selah û Mihemed Elî Tico .

Ednan Dilbirîn sala 1956an li gundê Dêriswanê yê navçera Şera ya Efrînê ji dayîk bûye, û biçûkaniya xwe li gund derbas kir û bi stranan ve hat girêdan û gelek stranên wî ji nivîs û berhemên wî ne .

Leşkeriya xwe ya neçar li bajarê Qamişlo kir, û piştî wê 1979an jiyana hevjîniyê pêk anî û ji ber tunebûna kar li gund neçar bû berê xwe bide Helebê û li wê derê jiyana hunerî bi fermî dest pê kir nexasm piştî mala xwe veguhest xuleke rahênanê.

Ednan Dilbirîn gelek stranên filklorî vejandine wek Zêneb û Eyşa Îbê û hin destanîn din, stranên wî yên netewê jî hene lê piraniya stranên wî evînî ne û heşt kasît tomar kirine.

Gelek stranên wî ser asta çar perçên Kurdistanê belav bûne wek strana Efrîn hato ku bûye wek sunbil û diruşma nasnameya Efrînê û ji herwiha strana Her Bijî Diyar Bekir û Sewda Sewda aliyê hunermendên Kurdistanê ve hatiye gotin û nûkirin.

Sala 1999an bi vexwendineke fermî berê xwe da Elmaniya û di ahangan de beşdar kir, piştre ji bo Yûnanê hate vexwendin lê qedera wî ew bû ku dawî bi jiyana wî were û di wê ahangê de beşdar nekir.


Nasnava wî Mûse ye lê navê dilbirîn çîroka xwe ya taybet hey edema di leşkeriya neçar de bû xeber jê re çû ku dayîka wî jiyana xwe ji dest daye lê di destpêkê de bawer nekir piştre dema berê xwe da gundê xwe dît ku xeber rast e û çû ser gora dayîka xwe û dagirî ji wê demê de nav li xwe kir Dilbirîn.

4/11/1999 dema li ahangekê li Kefircenê yê Efrînê vedigeriya Helebê li ser riya Helebê li gel bira û kurê xwe re rastî rûdaneke hatûçûnê hat di encam de jiyana xwe ji dest da.
Bi dehê hezaran ji heskiryên wî di merasîmên bixakspartina wî li gundê Dêrswanê yê navçeya Şera ya Efrînê beşdar kir.


Ta roja weke îro hijmarek mezin ji hunermendên kurdistanê wek Beytûcan Xêro Ebas Fatê Alîn Hikmet Cemîl stranê wî dibêjn.

Ş.E

225