Li Iraqê hilbijartina serokkomar û avabûna hikûmetê û federalîzm…

Li Iraqê hilbijartina serokkomar û avabûna hikûmetê û federalîzm…

Oct 29 2021

Îbrahîm GUÇLU

Li Iraqê di 10. 10. 2021an de hilbijartina giştî hat li dar xistin. Encamê wê jî fermî hatin diyar kirin. Li herêma ereban kîjan partî çiqas parlamenter qezenç kiriye û li Kurdistanê partiyan çend parlamenter qezençkiriye zelal bûye.

Neteweyên Yekgirtî û çavdêrên Yekîtiya Ewrûpayê piştî ku hilbijartinê bi daxuyaniyekê nêrînên xwe di derbarê hilbijartinê de diyar kirin. . Di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku di hilbijartinê de kêmasiyen biçûk hatibin rojevê jî, bi giştî hilbijartin gelek baş derbas bûye, gor pîvanên demokrasiyê tevgerandin pêk hatiye, encameke baş ji hilbijartinê hatine girtin.

Serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê û serokwezîrê Kurdistanê jî bi giştî ji encama hilbijartinê kêfxweşiya xwe diyar kirin. Lê di hilbijartinê de beşek hêzên li dijî kurdan xwestin ku dengên wan kêm nîşan bidin jî, li hemberî wan jî xebat û têkoşîneke demokratîk û yasayî û edeb hat meşandin. Loma jî ew kesd û hêzên nexêrxwaz li hemberî kurdan bi giştî û bi taybetî jî li hemberî PDKê serkeftî nebûn.

PDKê, li Kurdistanê bû partiya yekem. Ji hemû partiyên Kurdistanê zêdetir parlamenter qezenç kir. Li Iraqê jî bi giştî bû partiya sereke. Di siyaseta dewleta federal de jî bû rêxistineke sereke. Loma jî di hilbijartina serokkomar û di avakirina hikûmeta federal de dê bibe xwediyê roleke mezin e.

Ez dixwazim di destpêkê de mijareke gelek girîng bê diyar kirin. Ev jî di vê merheleyê hilbijartina serokkomar û avakirina hikûmetaraqê ya federal e.

Divê ku him serokkomar û him jî avakirina Hikûmeta Federal wek pîvan û edeta berê ne, gor çanda federal Iraqê ya federal bê fikirandin.

Divê ku him serokkomar û him jî avakirina Hikûmeta Federal wek pîvan û edeta berê ne, gor çanda federal û hiqûqa federal ava bibe.

Heger Hikûmeta federal wek pîvanên berê ava bibe, wek hikûmeteke yekane ava dibû. Di hikûmetê de her çiqas kurd jî wek wezîr cî bigrin jî, hikûmet wek hikûmeta ereban tevdigere. Qanûn û pîvanê sîstema federal zêde di hikûmetê de nayê meşandin. Loma jî her dem di navbeyna Hikûmeta Federal û Hikûmeyta Kurdistanê de pirsgirêk derdikevin. Hikûmeta Federal gelek bi hêsanî dikare baca Kurdistanê bibire, kêm bike. Meaşan nede. Mafê Herêma Kurdistanê yên di makezagonê de û bi qanûnên herêmî hatine diyar kirin, ji holê rake.

Ew jî dibe sedem ku sîstema federal demokratîze nebe. Di navbeyna ereb û Kurdan û neteweyên din de divê gor hiqûqa wekhevîyê ava bibe.

Heman problem di mijara serokkomdar de jî heye. Divê ev herdu problem bên çareser kirin. Di çareserkirina van probleman de rolekî mezin li ser milên PDKê ye.

HILBIJARTINA SEROKKOMARÊ IRAQÊ…

Wek tê zanîn piştî ku Makezagona Dewleta Federal di sala 2005an de encama refêrandûmê hat pejirandin; wek prensîp û li hevkirineke ne niviskî diyar bû ku serokkomar kurd be, serokwezîr erebê şîya be, serok meclîs jî erebê sûnî be.

Heta merhelaya hilbijartimna giştî ya berê vê, di vê li hevhevkirinê de problem derneket holê. Diviya bû ku serokkomar kurd be û ji PDKê be. Hezar mixabin bi felbaziya erebên nîjadperest mirovê Îranê ku di hilbijartinê de jî partiya wî du parlamenter derxistî û li ser navê YNKê Berhem Saleh ji bona serokkomarî hat pêşniyar kirin. Hilbijartina Berhem Saleh bû problemeke mezin. Rastî jî Berhem Saleh heta îro jî, kurd bi awayekî layiqî di serokomarî de temsîl nekir. Hebûna wî jî, ji bona kurdan zêde diyar nebû.

Divê piştî ev hilbijartina dawî, YNKê şaşiya di dema bihûrî de kir û nîjadperestên ereban ve yekîtî çêkirin, divê ev car nekin. Bi konsensûsê berendamê PDKê wek serokkomnar bê tespît kirin. Lewra li Kurdistanê partiya yekemîn PDKê ye. 33 parlamentêr qezenç kiriye. YNKê bi GORANê ve 6 parlamentêr qezenç kiriye. Yanî herdu partiyan nîviyê PDKê jî nînin. Loma divê serok komar ji PDKê be.

AVAKIRINA HIKÛMETA FEDERAL…

Li Iraqê diyar e ku dîsa avakirina hikûmetê gelek zehmet xûya dike. Sedema vê yekê jî sîstema siyasî û federal e. Lewra hêzên siyasî gelek tevlihev in. Tu partiyekê derfeta Hikûmet avakirinê bi dest nexist. Di hikûmet avakirinê de sîstema federal ji bona ku nayê meşandin, di hikûmetê de pîvana wekhevî û federalî bi kar nayê. Loma jî di avakirina hikûmetê û piştî avabûna hikûmetê pirsgirêk derdikevin.

Divê ku hemû teref, partiyên siyasî, terefa kurd û terefa ereban vê pirsgirêkê ji çav derbas bikin. Ev pirsgirêkan girêdayî sîstema fedaral e û sîstema giştî ye.

Ji vê rewşê zêdetir Herêma Federe ya Kurdistanê û Kurdistanî zirar dibînin.

Di çareserkirina vê pirsê de wezîfe li ser milên hemû partiyên Kurdistanê ye û lê bi taybetî jî li ser milê PDKê ye.

Li Herêma Federe ya Kurdistanê ji bona barê giran jî di hikûmneta Kurdistanê de li ser milê PDKê ye; loma jî pirsgirêk di navbeyna Hikûmeta Federel Kurdistanê û Hikûmeta Federe ya Kurdistanê de derdikeve, PDKê di pirsa Hikûmetê de gelek xesas be û şaşiyan ji bona ku serrast bike, xebat bike.

PDK, divê ku di hikûmetê de bi awayekî nû û wekhevî û gorî federalîzmê di hikûmetê de cîh bigre. Hîç şık tune ye ku dema ku PDKê di hikûmetê bi awayekî nû cîh bigre, li Iraqê ji bona demokrasiyê dibe xizmeteke mezin. Lewra tê zanîn ku PDKê, rêxistineke demokratîk e, li Kurdistanê û li Iraqê pêvajoya demokrasiyê di salê 1990î de bi destê PDK dest pê kir. PDKê di hemandem de mûcîdê federalîzmê ye. Loma jî min gotûbû ku erebên demokrasîparêz û federalparêz jî dengên xwe bidin PDKê.

DIVÊ SÎSTEMA FEDERALÎ JI ÇAV DERBAS BIBE…

Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Necîrvan Barzanî di konferansekê de bi giştî pirsgirêkên sîstema federal tîne ser zimên û dibêje ku “divê destûra Iraqê were cîbicîkirin û nêrîna Bexdayê ya li hember Kurdan were guhertin, ji ber ku şêwaza danûstandina Bexdayê ligel Kurdan li ser bingeha federaliyê nîne…”

Ev rewşa sîstama federalî bû sedem ku Kurdistanî ji bona refêrandûma serxwebûna kurdistanê biryar bidin. Encamên refêrandûmê tên zanîn.

Lê her çiqas pêşiya encama refêrandûma serxwebûna kurdistanê hat girtrin jî, pirsgirêkên sîstema federalî nehatin çareser kirin. Ev pirsgirêkan heta vê qonaxê jî domand. Loma jî Serokê Herêma Frdrere yê Kurdistanê ji pirsgirêkbûna sîsterma federal qal dike.

Wek tê zanîn jî, min jî di gelek nivîsên de ev mijara şirove kiriye û ji bona çareseriya van pirsgirêkan pêşniyarên xwe pêşkêş kirin.

Di Hilbijartina giştî de jî min diyar kir ku divê PDKê di hilbijartinê xûrt derkeve. Yek sedem jî ew bû, ku PDKê di çareserkirina pirsgirêkên sîstemê de wê bibe alîkar.

Min di pirsê de karên bên kirin jî diyar kir. Min nivîsan û got ku:

“Qezençkirina û yekemînbûna PDKê, vatiniyên gelek mezin û girîng û dîrokî û neteweyî da ser milên wê.

“1-Cîbicîkirina federalî ji bona Iraqê û Kurdistanê gelek girîng e. Loma ji bona ku PDKê avakar û mûcîdê federalî ye, divê di vê mijarê de xebata xwe pêş bixe.

“2-Bi xurtî parastina Dewleta Federe ya Kurdistanê. Loma jî divê rêxistinên wek PKK û Haşdî Şabî yên çekdar, terorîst, ne yasayî, mirovkûj, dagirker, xulamên dewletên dagirker, şerfiroj ji Kurdistanê bên dûrxistin û derxistin.

“3-Encamên refêrandûma serxwebûna Kurdistanê divê gav bi gav ji bona pêk bên xebat bê kirin, plan û proje ji bona ev mijara stratrejîk çê bibe.

“4-Herêmên Kurdistanî û di serî de jî dilê Kurdistanê Kerkuk ji bona ku vegere desthilatdariya Dewleta Federe ya Kurdistanê divê her şert bên çêkirin û hewleke taybet û stratejîk bê meşandin.

“5-Divê sîstema federal jinûve bê ava kirin.

“6-Pêwendiyên ereb û kurdan û du hikûmetan divê jinûve ji çav bê daerbas kirin û jinûve formateke hiqûqî qezenç bike.

“7-Divê ji bona ku di dewleta federal de demokrasî pêş bikeve, divê pêşengî bike.”

Diyarbekîr, 29. 10. 2021











Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

500