ENKSê sersaxî ji malbata Mihemed Elî re xwest

ENKSê sersaxî ji malbata Mihemed Elî re xwest

Apr 28 2019

ARK NEWS .. Xwecihiya Serê Kaniyê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê di 27ê Nîsana 2019an sersaxiyek bi koçadawiya kesayetiyeke Kurd bi navê Mihemed Elî derxist .

Di sersaxiya Xwecihiya ENKSê de hatiye ku kesayetiya bi navê Mihemed Elî bavê Idrîs ji ber nexweşiyekê duh çû ber dilovaniya Xwedê .

Xwecihiya Serê Kaniyê herwiha gotiye ku navbûrî ji kesên yekem e ku tevlî tevgera kurdî bûne û di serdema rêjîma Bas de bi dilsozî û wefedarî xebata xwe dikir herwiha bi rewişta xwe di nav civaka kurdî bi nav û deng bû .

Di dawiyê de Xwcihiya Serê Kaniyê hêviya sersaxiyê ji malbata Mihemed Elî, heval, dost, û kesûkarên wî re xwest .

Ş.E

532