Efrîn .. Erebên Xûta û girûpên çekdar êrîş birin ser navenda encûmenê li Mabeta .
Derbiderên Ereb yên ku li şûna kurdan de hatine bicihkirin û girûpên çekdar êrîş birin ser navenda encûmena xwecihî ya navçeya Mabeta ya Efrînê û li endamên encûmena xwecihî ya Mabeta dan .
Jêdereke taybet ji navenda bajarê Efrînê ji ARKê ragihand ku 24/8/2019 piştî nîvro hijmarek mezin derdora 300 çekdarî ji girûpên Cebha Elşamiya û erebên li navçeyê hatine bicihkirin êrîş birin ser navenda encûmena xwecihî ya Mabeta û bi şêweyekî hovane li endamên encûmenê dan û ji wan serokê encûmenê Ebdulmutelib Şêx Nasan û cêgirê wî û endam û karmendên wê encûmenê herwiha endamê encûmenê Elî Şêx Esmaîl Zade bi şêweyekî hêz lêdan di encam de rastî şikand di canê xwe hat .
Jêderê taybet ji Efrînê bal kişand ser wê yekê û got ku artêşa Turkiyê û polîsên sivîln destêwerdan di bûyerê di kirin û endamên ku ji aliyê girûpên çekdar hatibû desteserkirin hatin berdan .
Derbarê sedema êrîşa wan girûpan jêderên xwecihî ragihandin ku jiber ku nakokî li dibistanekê navçeyê li ser fêrkirina madeya olî derketiye lê jêdera taybet tekez kir ku ew yek bihaneyekê bû da ku xwe li ser encûmenê bisepînin û xwe li ser xelkê navçeyê feriz bikin .
Beriya demekê cêgirê serokê encûmena Mabeta Dawûd Umer bi hevjîna xwe re rastî lêdaneka bi hêz ji aliyê du çekdaran ve hatibûn herwiha gelek astengî ji encûmenan re têne dirust kirin û li hin cihan gihiştiye asta terorê bo nimûne Ehmed Şêxo cêgirê serokê encûmena xwecihî ya Şiyê ku bi destê Emşat hatibû pêkanîn û ta niha kujer bi serbestî li Şiyê digerin û nehatine sizedan û dadgekirin û herwiha Ekaş Hecî Ehmed cêgirê serokê encûmena Şera ku ta niha nezelaliyek derbarê armanckirina wî de heye û bi dehan bûyer û binpêkirin derheqê wan de derketine .
Ş.E
431
